Jinan li Kolnê rejîma Talîban protesto kir

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, jinan çalakiyeke protestoyî li dijî rejîma Talîban li dar xist.

Tevgera jinên Efxan ku li Elmanyayê rêxistinkirî ye, li bajarên cur bi cur daxuyaniyê dide çapemeniyê, meş û mîtîngan li dar dixe.

Ji van çalakiyên ku li dijî rejîma Talîban tên lidarxistin, yek jê jî îro li bajarê Kolnê hat lidarxistin. Ev çalaki li dijî pêkanînên rejîma Talîbanê yên dijî jinan, bi armanca agahdarkirina raya giştî tên lidarxistin.

Saet di 10.30’an de li ber îstgeha navendî ya trenan, ji bo daxuyaniyê bidin çapemeniyê jinên Efxan, Elman, Kurd û Îranî hatin ba hev.

Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî“ û “Rejîma Talîbanê rawestînin“ hatin berzkirin û hat diyarkirin ku Talîban ji bo jinan rejîmeke terorî ye.

Meclîsa Jinan a Viyan ku li Kolnê ye jî tev li çalakiyê bû.