Dixwazin cihên ji bo piştevaniyê vala bikin

Li Hatayê, piştî valakirina Parka Sevgî, li Serînyolê jî dixwazin cihên ji bo piştevaniyê vala bikin. Endamên Piştevaniya Mor got: “Heta avakirina bajarên azad, em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.“

Li Hatayê, piştî valakirina Parka Sevgî, li Serînyola girêdayê navçeya Antakyayê jî dixwazin cihên ji bo piştevaniyê vala bikin.

Endamên Piştevaniya Mor, li Serînyolê bi dayîna daxuyaniyê bertek nîşan da. Endama Piştevaniya Mor Yaren Esîn diyar kir ku mehek bi ser erdhejê ketiye û got: “Meha yekemîn a qetlîamê ye ku ji ber dewleta kapîtalîst a patriyarkal û hikûmetê, çêbû. Gel ku dibêje ‘Ka dewlet li kû ye?’ pêçiyên xwe ji gel re dihejînin, gefan li gel dixwin, çêran dikin. Em wek her car bi jinan re ne.“

‘KÎ KU PÊÇIYA XWE JI GEL RE BIHEJÎNE EM Ê MEQAMÊ LÊ BIHEJÎNIN’

Yaren Esîn anî ziman ku ew ê têkoşînê tax bi tax bi rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Rojeva me, krîza sî û starê, têhnîbûn û debar e. Kî ku pêçiyên xwe ji gel re bihejîne, em ê meqamê lê bihejînin. Em ku li ba hev in, ditirsin, em ku bi hev re têdikoşin, ditirsin. Ji wê boneyê cihên ku gel bi hêza xwe ava kirine, dixwazin gel berde û here.“

‘EM Ê BAJARÊN AZAD AVA BIKIN’

Piştî valakirina Parka Sevgî, Esîn, bertek nîşanê hewildanên ji bo valakirina cihên ji bo piştevaniyê yên li Serînyolê da û ev tişt gotin: “Em ji gef û zextên wê bêzar nebûne, ji niha û pê ve jî nabin. Heta ku jin hebin em ê jî hebin. Roja pêşîn a erdhejê jî em li vir bûn, meha pêşîn jî em li vir in. Heta ku em bajarên azad ava bikin, em ê li vê derê bin.“