Li Kantona Qamişloyê çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Li Kantona Qamişloyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê gelek çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Çalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dabû destpêkirin, dewam dikin. Çalakî bi dirûşemya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve demeşin” tên lidarixstin, di vê çarçoveyê de li Kantona Qamişloyê gelek semîner, mîhrîcan û pêşangeh hatin lidarxistin.

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê li Qamişloyê ji bo danasîna folklora pêkhateyên herêmê, li qada Meclîsa Jinan a li Taxa Xerbî ya Qamişloyê, pêşangehek folklorî li dar xist.

Nûnerên Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komeleya Civakî ya Ermenan, rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê û şêniyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê da.

Pêşangeh wê du rojan (5-6`ê Adarê) ji saet 11:00’ê sibehê û heta saet 04:00`an piştî nîvro dewam bike. Pêşangeh di roja yekemîn de li Qamişloyê hat vekirin, wê sibê jî li navçeya Til Hemîsê ji saet 10:00 heta 03:00`an piştî nîvro, berdewam bike.

TIRBESPIYÊ

Kongra Star li navçeyê ji bo mêran semînerek li dar xist. Semîner li salona Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Di semînerê de bal kişandin li ser girîngiya 8`ê Adarê û bandora wê li ser têkoşîna jinan.

Endama Kongra Star Gulê Behdê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û bûyerên kuştin û tundiya li djiî jinan, her wiha behsa rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de kir.

Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê rola jinan, girîngiya wê di civakê de, girîngiya rizgarbûna jinan, hate guhdarîkirin.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê jî li dibistana Şehîd Cahîde mîhrîcana cil û berên folklorî yên pêkhateyên li navçeyê (Kurd, Ereb, Suryan) li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de endama Rêveber a Navenda Perwerdeyê Semîhe Remedan Osman axivî, 8`ê Adarê li jinan pîroz kir û diyar kir ku ew bi rêya mîhrîcanê dixwazin balê bikşînin ser yekîtiya pêkhateyên herêmê û reseniya folklore û çanda wan nîşan bidin.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star li navçeya Girkê Legê jî ji bo danasîna 8`ê Adarê semînerek li dar xist. Semîner li navenda Sendîkaya Karkeran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin û bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û endamên Kongra Star beşdar bûn.

Di semînerê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ên der barê girîngiya têkoşîna jinan û bandora wê li ser azadiya civakê, hatin guhdarkirin.

Endama Kongra Star Kewser Mihemed jî axivî û behsa girîngiya “Şoreşa 8`ê Adarê” kir. Endama Rêveber a Kongra Star Şemale Hisên jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê têkoşîna jinan a ji bo bidawîkirina zîhniyeta baviksalarî, nîşan dide.

DÊRIK

Kongra Star li navçeya Dêrîkê ji bo mêran semînereke li dar xist û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê ji bo jinan. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.

Di semînerê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di der barê têkoşîna jinan de hatin guhdarkirin.

TIL HEMÎS

Bi heman armancê li avahiya Meclîsa Navçeya Til Hemîsê semînerek hat lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Til Hemîsê Coze El Hasûd 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku 8’ê Adarê di têkoşîna tevgerên jinan de guhertinên mezin çêkir.