Cizîr: Jin di hêza parastinê de vîna gelê Kurd e

"Îro di mînaka jinên Kurdistanê de jî derketiye holê, jin dikare xwe biparêze. Di rastiya Kurdan de ev rastî piştrast bûye. Ji bo hemû jinên cîhanê jî ev rastî wê bibe bersiva li dagirkeran."

Endama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Newroz Cizîr der barê 8'emîn Civata Giştî ya KJK'ê de axivî. Civat di navbera 2-6'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû kirin. 

Newroz Cizîr di axftina xwe de li ser girîngiya xweparastinê axivî û wiha pêde çû: "Me Civata xwe ya 8'emîn a KJK'ê bi îddayeke pir mezin qedand. Di civata me de herî zêde mijarên; dagirkerî û faşîzma li ser gelê Kurd, li ser vîna Kurd, pêvajoya em tê de ne hate nîqaşkirin. Ji bo we jî me civata xwe bi şiyara 'Em ê faşîzmê û dagirkeriyê têk bibin, azadiya jinan û gelan mîsoger bikin' û bi ruhê serketinê nîqaşên girîng kirin.. Yek ji van nîqaşên herî girîng ew bû ku di vê pêvajoyê de, êrîşên li hember rastiya Kurd û jinan de tên kirin, komkujî ne. Vê xwe di rastiya Şengalê de jî nîşan da. Herî zêde, pêwîstiya jinan bi parastinê heye. Rêya azadiya jin û civakê ji xweparastinê û hêza xwe derbas dibe."

Cizîr ragihand, ku di sedsala 21'ê de bi îdîaya azadiya civakê û jinên cîhanê, ew li dijî dagirkeriya netewe dewletê, sazî û artêşa wê, têdikoşin.

Cizîr got, "Herî zêde Kurd li ber vê sîstemê radibe. Kurd ji netewe dewletên dagirker êşên mezin dikişînin, komkujî li wan tê kirin û zarokên wan tên windakirin. Yên ku hebûna wan bi tinebûnê re rûbirû ye, jina Kurd û civaka Kurd e. Em dikarin bêjin, ku di civatê de mijara herî zêde hate nirxandin, hate nîqaşkirin bû. Êrîşên bi destê faşîzma AKP'ê îro li Kurdistanê di asta herî bilind de tên kirin. Jin di hêza parastin û berxwedanê ya vîna gelê Kurd de bû emsal, weke Ş. Nalîn Ş. Helîn û Ş. Şevîn. Em dikarin bêjin ew bûne ruhê tevahiya jinên Kurd."

BI XWEPARASTINÊ AZADÎ BI DEST DIKEVE

Cizîr destnîşan kir, ku li dijî hemû êrîşên li civakê tê kirin, xweparastin divê û wiha dewam kir: "Dayikên me jî îro di çeperên hêzên parastinê de cih digirin. Ew di çeperan de li kêleka keç û kurên xwe bi cengawerî parastina xwe dikin. Bêguman ev bala hemû cîhanê dikişîne. Netewe dewlet, artêşa xwe li ser esasê dagirkeriyê bi kar tîne û ji bo berjewendiyên xwe û li dijî berjewendiyên gelên li Rojhilata Navîn siyasetê dike. Heke jin di hemû qad û beşên civakî de bibe hebûn, wê hingî jin bi xweparastinê azad bibe. Zanista xweparastinê pediviya jiyanê ye ku ti carî nikarî dev jê berde. Ji her tîştekî zêdetîr pewîstiya me bi zanistiya em bikaribin xwe biparêzin heye."

Endama KJK'ê Newroz Cizîr di dawiya axaftina xwe de got, "Îro di mînaka jinên Kurdistanê de jî derketiye holê, jin dikare xwe biparêze. Di rastiya Kurdan de ev rastî piştrast bûye. Ji bo hemû jinên cîhanê jî ev rastî wê bibe bersiva li dagirkeran. Li hember hemû pêkhateyên faşîzan rastiya gelê Kurd vîna mirovahiyê, sosyalîzmê nîşan da û hêviyên azadiyê yên weke xeyal bûn, em dikarin bibêjin ku vê carê rastiyek."