Cenazeyê Armîta Girawend li Tehranê hate veşartin

Cenazeyê zaroka Kurd Armîta Girawend ku ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin, li Tehranê hate veşartin.

Armîta Girawend ku di 1’ê Cotmehê de li paytexta Îranê Tehranê dema diçû dibistanê ji ber ku li gorî daxwaza dewletê serê xwe girênedabû polîsan lêdabû û ketibû komayê. Veşartina cenazeyê Armîta li Kirmaşanê ji aliyê rayedarên Îranê ve hat astengkirin. Cenazeyê Armîta bi merasîmekê li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hat veşartin.

Hate hînbûn ku 8 kesên tevli merasîma veşartina cenaze bûn, piştî ku cenazeyê Armîta di bin dorpêçê de hat veşartin, hatin girtin.

Beriya salekê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî jî di Îlona 2022’an de li Tehranê rastî êrîşa polîsên exlaq hat û ketibû komayê. 16’ê Îlonê Jîna Emînî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Emînî li welêt bû sedema serhildaneke mezin.