Dayika Aştiyê Şirîn Ûnat jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hecî Şirîn Ûnat, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hecî Şirîn Ûnat, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hecî Şirîn Ûnat (78) li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Ûnat, berî heftiyekê ji ber nexweşiya dil rakirîbûn nexweşxaneyeke ya Amedê û li beşa lênêrînê dihat tedawîkirin û îro danê êvarê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Şîrîn Ûnat dê sibê li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.