Casiz, Dogan û Şaylemez li Hîldesheîmê hatin bibîranî

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li Hîldesheîmê hatin bibîranîn.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi merasîmekê hatin bibîraîn.

Bîranîna ku ji aliyê Tev-Çand Salzgîtter û NCKD a Hîldeshîmê ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre endamên komîsyona Çand û Hunerê lîstikek pêşkêş kirin.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê.

Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Piştî axaftinan jî bîranîn bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Ronahî’, ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.