Cansiz, Dogan û Şaylemez li Qamişlo hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Leyla Dogan (Rojbîn) di salvegera 8’an a şehîdbûna xwe de li Qamişlo bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Her sê jinên têkoşên ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di salvegera şehadeta xwe ya 8’an li Parîsê hatibûn qetilkirin de li Qamişloyê hatin bibîranîn.

Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê civînek bi beşdariya bi dehan jinên ji tevahî pêkhateyên Tirbespiyê lidar xist. Civîn li dibistana Şehîd Cahîde Ronak a li rojavayê navçeyê, hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzigirtinê destpê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Hewlêr Hesen li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz û têkoşîna wê axivî û wiha got: "Têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz gef li siyaseta dewleta Tirk a ku li ser zilm û destpotiyê hatiye avakirin, dixwar. Bi wê re jî dewleta Tirk gelek caran ew girt." Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk jinan dike armanc ku vîn û hebûna wan tine bike.

Civîn bi nîşandana sînavîzyonekê li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz bi dawî bû.

Kongreya Star a Qamişlo jî, li hola Rewabî ya bajêr semînerek li ser têkoşîna her sê şehîdan dan. Bi dehan jin beşdar bûn. Hola semînerê bi wêneyên her sê têkoşeran hate xemilandin.

Endama Kongreya Star a li Qamişlo Viyan Mihemed semîner birêve bir û her sê têkoşer û şehîdên azadiyê bibîr anîn û piştrast kir ku sûca li dijî her sê têkoşeran, berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mihemed wiha domand: "Her sê têkoşer bi komployekê hatin qetilkirin, da ku vîna jina azad têk bibin."

Piştî axaftinê sînavîzyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz û tevgera wê ya siyasî hate lidarxistin.

Girêdayî mijarê, îro Yekîtiya Jinên Ciwan a li herêma Cizîrê pêşangehek ji 39 wêneyên jinên berxwedêr û tabloyeke mezin a her sê têkoşeran Saknîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz li parka giştî ya li naverasta Qamişlo vekir. Bi dehan şêniyên bajar di pêşangehê de amade bûn.