Cansiz, Dogan û Şaylemez li Elmanyayê hatin bîranîn

Li bajarê Salzgîtter û Lebenstedtê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Salzgîtter û Lebenstedtê hatin bîranîn. Civîna bîranînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berçem Cîlo ya Salzgîtter-Lebenstedtê hate lidarxistin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger dest pê kir. Piştre li ser jiyan û têkoşîna wan axaftin hatin kirin.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.