Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP’ê wê bi hêza jinê têk biçe!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê bi hêza jinê têk biçe."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Konê Jinê ya ji aliyê Koordînasyona Jinan a Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ya li navçeya Defne ya Hatayê ve bi dirûşmeya "Hevgirtina Jinan Jiyanê zindî dike" hat amadekirin, daxuyanî da. Li qada ku pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ne bi tenê ne, em bi hev re ne” hatin vekirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.

'EM 8'Ê ADARÊ BI ÊŞ, HÊRS Û HEVGIRTINÊ PÊŞWAZÎ DIKIN'

Bûldan anî ziman ku, wan 8'ê Adarê bi şînê pêşwazî kir û got, "Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im û bi we re hevdîtin dikim. Me îsal 8'ê Adarê bi şîn pêşwazî kir. Tişta ku di 8'ê Adara îsal de li pêş e şîn, êş, hêrs û di heman demê de hevgirtina me ye. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Ji roja ewil a erdhejê ve jin ji bo hevgirtinê li her derê bûn, li Hatay, Mereş, Semsûrê, Amed, Meletî, Osmaniye.”

Bûldan diyar kir ku, ji roja erdhejê ya ewil heta roja îro jin li qadan bûn û wiha berdewam kir, “Em jin li her derê bûn. Li her derê HDP’ê hebû, Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan hebû, jinên femînîst hebûn, yên ku azadiya jinê dixwestin hebûn, yên ku dixwestin li vî welatî hevgirtinê mezin bikin hebûn. Tevî her tiştî, tevî hemû êşan, tevî berdêlên ku hatiye dayîn jî ev yekîtî pir bi nirx e.

Di serî de ez spasiya hemû jinên ku ji roja ewil de li qadan bûn, jinên femînîst, meclîsa jinan a HDP’ê û hemû jinên dildar dikim. Ji bo avakirina pireke mezin di navbera xwişkan de em ji her kesî re spas dikin. Ev pirek bi qîmet e, wê qet neyê hilweşandin.

Jinên delal, rojeva Tirkiyê çi dibe bila bibe, yekane rojeva Tirkiyê ya berdewam erdhej e. Ji bo kesên ku dixwazin rojeva Tirkiyeyê biguherînin em dixwazin van tiştan bînin ziman; Kes wê nikaribe bi ti awayî pêşî li rojeva erdhejê bigire. Em ê nehêlin birîn û êşên erdhejê bên jibîrkirin. Dibe ku yên dixwazin rojevê biguherînin û tiştên qewimî bi gel bidin ji bîr kirin hebin. Dibe ku yên naxwazin hewcedariyên mexdûrên erdhejê bînin ziman hebin. Lê em dizanin ku li vî bajarî û li bajarên din ên ku erdhej lê çêbûne hîn jî hewcedarî bi kon, av û gelek pêdiviyên jiyanê heye. Divê tu kes li gorî xwe hewl nede ku rojevê biguherîne.

‘EM Ê VÊ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBIN’

Ji bo vê desthilatdariyê, îtîfaqa AKP-MHP’ê têk biçe çi berpirsyariyek bikeve ser milên me HDP’ê, em amade ne bi cih bînin. Dem hatiye ku em bi gotina 'Jin jiyan azadî' hevgirtina xwe hîn berfirehtir bikin. Dem dema hevgirtinê ye. Jin çiqas hevgirtina xwe xurt bikin, dê ev desthilatdarî ewqas zû têk biçe. Em soz didin we, em ê we bi tenê nehêlin, em jinan bi tenê nehêlin. Ji bo paketên ku jin anîne em teslîm bikin, me organîzasyon çêkir. Em ê tevlî vê organîzasyonê bibin, bi we re sohbet bikin û paşê ji vir derkevin. Em soz didin ku em ê bi hev re birînên xwe derman bikin. Em soz didin ku em ê hemû pêdiviyên hevrêyên xwe yên jin ên mexdûrên erdhejê bi cih bînin.”