Bûldan: 14'ê Gulanê dengdan wê li ser rejîmê bê kirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di hilbijartinê de ji bo guhertina rejîmê wê dengdan bê kirin û got, "Hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo jinan ne tenê hilbijartineke desthilatdariyê ye. Ji bo jinan wê dengdan li ser rejîmê bê kirin."

Di civîna Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk de ku Beyannameya Hilbijartinê hate eşkerekirin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan berxwedana jinan destnîşan kir û got, "Jin xwedî sekneke bi biryar e ku hêviyê timî xurt dikin."

Bûldan got, "Ev hilbijartin hilbijartina me ye. Serkretina ku em ê di vê hilbijartinê de bi dest bixin a me ye. Sedsala nû wê bibe sedsala me. Dem ew dem e ku berxwedana xwe ya mezin, têkoşîna xwe ya bi heybet hîn mezintir bikin û ya nû jinûve ava bikin."

Bûldan anî ziman ku beyannameya wan a jinê beyannameya maf, edalet, demokrasî, azadî û wekheviyê ye ku jin bi salan e ji bo wê têdikoşin û got, "Bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa jinê em bi tifaqa xurt a bindestan dikevin hilbijartinê."

Di dewama axaftina xwe de Bûldan ragihand ku yên 20 sal in li ser desthilatdariyê ne bi her awayî tundî, mêtingerî, jiyaneke newekhev, xizaniyeke giran, komkujî li jinan ferz kirin û bal kişand ser zilma di dema erdhejê de li gel bi taybetî jî li jinan hate kirin: "Jin neçar hişt, bêçare hişt, mehkûmî êşê kirin. Em ê vê yekê ti carî ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Em ê hesabê vê êşê teqez ji desthilatdariyê bipirsin."

Bûldan bi dewamî got, "Ji bo hesabpirsîna ji qeyûm, ji bo wergirtina ya xwe em tên. Ji bo hilweşandina desthilatdariya tekperest a mêr, ji bo bidawîkirina rantxuriyê em tên. Ji bo bidawîkirina sûcên li dijî mirovahiyê, polîtîkayên tecrîd, faşîzm û êşkenceyê em tên. Li dijî polîtîkayên xizanî, neçareserî û krîzê em tên; em bi biryardariya xwe ya çareseriyê, bi hêza guhertinê, bi soza xwe ya ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet û wekhev tên."

Bûldan diyar kir ku wê ti carî rê nedin tifaqên dijminê jinan û got, "Em jin baş zanin ku hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo jinan ne tenê hilbijartineke desthilatdariyê ye. Di 14'ê Gulanê de wê ji bo jinan dengdan li ser rejîmê bê kirin.

Ji ber vê yekê jî li hemberî hêzên ku hebûna xwe li ser tunebûna jinan ava kirine, di 14'ê Gulanê de jin wê bersiva herî xurt bidin."

Bûldan destnîşan kir ku desthilatdariya heyî wê bi destê jinan bê têkbirin û got, "Jin hêza guherîn û veguherînê ne, hêza jinûve avakirinê ne."