Bi şoreşê re jiyana xwe ji nû ve ava dike

Xebatkara tenduristiyê Meryem Aved a ji Dêrazorê ku ji ber zextên rejîma Baasê û terora DAÎŞ’ê nekarî karê xwe bike, bi Şoreşa Rojava ya Jinan re hem tev li têkoşînê bû hem jî bi serbestî karê xwe dike.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêz dibe. Tiştê ji bo têkoşîna jinan girîng ew e ku bi boneya vê rojê mirov bi awayekê berbiçav û bi hûrgulî behsa rewşa jinên li Sûriyeyê bike. Rast e ku li her dera cîhanê zext û tundûtûjî li jinan dibe. Lê gava mirov li Sûriyeyê dinihêre, mirov dibîne ku rewş yekcar hovane ye. Mirov were ser rewşa beriya Şoreşa Rojava, zext û zilma rejîma Baasê li herêmê û ji ber eşîretperestiya li herêmê, jin di malê de girtî bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk û hêzên mîna wê, ji bo pêkanîna planên xwe yên şer û aloziyê yên li Rojhilata Navîn, herêm kirin dojeh û hiştin. Jin hatin recmkirin, bi zorê hatin zewicandin, destdirêjî wan hat kirin û gelek binpêkariyên din ên hovane hatin kirin.

Bûyerên dema dagirkirina DAÎŞ’ê li herêma Dêrazor a Sûriyeyê qewimîne, em ê bi nirxandinên Meryem Avedê re ku xebatkara tenduristiyê ye, behs bikin.

‘TIM TUNDÎ Û ZILM BÛ’

Meryem Aved, berpirsa tenduristiyê ya qada rojhilatê Dêrazorê ye. Bi salan rû bi rûyê zext û zilma rejîma Baasê dibe. Dibe şahidê teror û hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê jî. Meryem diyar kir ku ew roj pir bi êş bûne û wiha dest bi axavtina xwe kir: ”DAÎŞ ku hat Dêrazorê, pêşîn zor da jinan ku çarşefa reş li xwe bikin. Digot, divê çavên me jî xuya nebin, yên wek wan nekira zilm lê dikir. Yên li gor rêgezên wan tevnegeriyana, 40 caran bi daran lê dixist, towbe bi wan dida kirin. DAÎŞ’ê gelek sivîl revand û serê wan jê kir. Xwedêgiravî ji bo belavkirina îslamê hatibûn. Kê bi ya wan nedikir, bi her awayî zilm li wan dikirin. Jin di malê de asê bûbûn. Ji ber ku şîddet hebû. Jinek bi tenê dikarî bi bavê xwe re ya jî bi hevserê xwe re bimeşe. Jin, gava bêyî hevser, bav ya jî yekî ji malê biçûna mala cîranên xwe, wesayîteke bi hoparlor hebû, bi vê wesayîtê hem bang dikir, hem jî jin bi zorê dibir, diavêtin cihekî û perwerdehiya feraseta DAÎŞ’ê bi zorê didan. Divê cil û berg ripîreş bûna. Bi çavên mirovan li jinan nedinihêrtin.”

‘HEMAN FERASET LI NEXWEŞXANEYAN JÎ HEBÛ’

Meryemê, behsa rewşa li nexweşxaneyan jî kir û diyar kir ku feraseta li ser jinan li nexweşxaneyan jî bi awayekê hovane berdewam bûye û wiha got: ”Li nexweşxaneya Hecînê dixebitîm. Ji bo jinan hin bijîşk diyar kiribûn. Jin nexweş bûna jî di mijara cil û bergan de zext li wan dikirin. Gava diçûn nexweşxaneyê jî nedikarî çavên xwe vebikin. Bijîşkên mêr nedikarî li jinan binihêrin. Digot, li nexweşxaneyê jî ne habe ku jin û mêr li heman cihî bimînin, ger ku ew li ba hev bidîtana, dibirin qada Hecînê û ew didan ber kevir û daran. Bi çavekê ne xweş li wan dinihêrt, recm dikirin û qetil dikirin.”

‘SERDEMEKE NÛ DEST PÊ KIR’

Meryem Aved destnîşan kir ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sala 2018’an herêm ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kiriye, bêhna wan derketiye û nirxandina rewşa jinan ku bûne xwedî maf, wiha kir: ”Hêzên Sûriyeya Demokratîk, gihîşt hawara me û herêm ji DAÎŞ’ê paqij kirin. Herêma me parast û jiyaneke bi aramî û ewlehî da. Hatina QSD’ê û Rêveberiya Xweser, bi taybetî ji bo jinan giring bû. Fikira ku jin û mêr wek hev in danî holê. Ev, ji bo me tiştekî nû bû. Bi salan zext û zilm li me dihat kirin. Bi hatina xwe re fersend da ku jin di nava civakê de xwe nas bikin û bi reng û xwebûna xwe tev li xebatan bibin. Jin, di meclis û hemû saziyan de fikirên xwe bi serbestî tînin ziman. Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ), bi hêza xwe ya cewherî parastina xwe dikin. Mala hêzên QSD’ê ava ku ev tişt ji bo Dêrazorê pêk anî.”