Bi projeyên nû piştgirî ji jinan re tê dayin

Weqfa Jin a Azad a Sûriyeyê di sala 2023'an de ji bo jin û zarokan amadekariya projeyên xurt dike.

Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê ji bo pêşvebirina jinan a li qadên aborî, çandî, civakî û tenduristiyê di sala 2014'an de li Qamişloyê bi navê Weqfa Jinê ya Azad ava bû. Weqfê piştre karê xwe berfireh kir. Piştî vê pêşketinê di sala 2021'ê de navê xwe kir Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê.

Weqf bi dirûşma 'Jin a azad bingeha civaka azad e' kar dike û hewl dide xwe bigihîne saziyên jinan ên li cîhan balê bikişîne ser şert û mercên jiyanê yên jinan ên li Sûriye û Rojhilata Navîn. Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê li Reqa, Dêrazor, Tebqa, Kobanê, Dêrik, Girkê Legê, Hesekê, Kampên Waşokanî, Girê Spî û Holê ofîs vekiriye. Her wiha di karên çand, tunduristî û civakî de jî mohra xwe daniye binê gelek projeyan. Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin perwerde kir, navendên tenduristiyê, bexçeyê zarokan, kargeha dirûtinê, atolyeyên muzîkê û kûrsên Îngilîzî, Erebî û Kurdî vekir.

'BÊNAVBER KAR KIR'

Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê ji bo perwerdeyên destwerdana destpêkê 716 caran semîner da û tîmên tenduristiyê ava kir. Di kûrsên hemşîretiyê de perwerde da 757 jinan. Her wiha ji bo amadekariya şer jî 105 dewreyên perwerdeya tenduristiyê vekir. Klînîkên Arî yên ku xizmetê didin jin û zarokan bênavber kar kirin. 5 hezar û 195 jin û zarok li Klînîkên Arî hatin dermankirin.

Klînîka gerok a ku bi alîkariya komek ji jinên xêrxwaz ji aliyê Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê ve hate avakirin, serdana gundan dike. Klînîka gerok xizmet da 219 gundan, ji bo bibe şîfa ji hezar û 326 nexweşan, bi şev û roj xebitî. Li Qamişlo, Hesekê û Girkê Legê 5 hezar û 195 nexweş li navendên tenduristiyê hatin dermankirin. Li navendên tipê yên alternatîf ên li Dirbêsiyê û Hesekê, ji dermanên xwezayî heta bi fîzyoterapî piştgirî ji jin û zarokan re hate dayin.

Komîteya perwerdeyê li gel perwerdeya tenduristiyê ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk. Di encamê de jî 381 caran perwerde hate dayin û serdana 546 malbatan hate kirin.

Ji bo jin ji aliyê pîşeyî ve bi pêş bikevin, di çarçoveya daxwazên jinan de navendên cuda yên perwerdeyê hatin avakirin. Bi vî rengî 108 dewreyên perwerdeya durûtinê hatin destpêkirin û di encamê de bawername ji 517 jinan re hate dayin. Her wiha 85 dewreyên kûaforiyê hatin destpêkirin ku di encamê de 342 jinan bawername wergirtin. Weqf ku zarokan jî weke beşek ji karên xwe dibîne, ji bo zarokan bexçeyên zarokan û kûrsên muzîkê vekir. Bi giştî ji bo 2 hezar û 755 kesî 381 dewreyên perwerdeyê da destpêkirin.

DI SALA 2023'AN DE HÎN XURTIR E

Ji bo navendên tipê yên alternatîf ên li Hesekê û Dirbêsiyê li bajarên din jî bêne vekirin û dermanên ji bo tedawiyê têne bikaranîn, li şûna ku ji welatên derve bêne kirîn wê destpêkê hewl bê dayin ku ji xaka dewlemend a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê peydakirin. Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê ku piştgiriya ji bo jinan ji bo xwe kiriye armanca destpêkê, di sala 2023'an de wê giraniyê bide ser çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê û perwerdeya zarokên bêkes. Her wiha dixwaze têkiliyê bi sazî û rêxistinên jinan ên li Sûriye û Rojhilata Navîn re deyne. Di serî de li Kampa Waşokanî di çarçoveya pêwîstiyên kampan de wê parkên zarokan bêne çêkirin. Li bajarên ku ofîsên xwe hene wê navendên perwerdeya muzîkê yên ji bo zarokan bêne xurtkirin.

Endama Rêveberiya Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê Melîke Hesaf got, "Armanca damezrandinê piştgiriya ji bo jinan û perwerdekirina jinan ji aliyê pîşeyî ye. Bi vî rengî em dixwazin derfetên kar biafirînin. Li gel perwedeyên xwe yên îdeolojîk em dixwazin giraniyê bidin ser perwerdeyên tenduristiyê. Armanc ji perwerdeyên me yên tenduristiyê ew e ku ji aliyê destwerdana destpêkê ve serwext bin. Bi taybetî li herêma me şerekî giran heye û di çaçroveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em ddixwazin ji aliyê tenduristiyê ve perwerde bikin."

Melîke Hesaf destnîşan kir ku sala 2023'an wê mohra xwe daynin binê projeyên gelekî mezintir û got, "Me îsal li Kobanê navenda xwe ya tenduristiyê vekir. Ji bo sîstema li vê derê bê rûniştandin, em ê piştgiriya xwe ya ji bo ofîsa xwe ya li bajarê Kobanê zêde bikin. Li Hesekê û Dirbêsiyê navendên me yên tipê yên alternatîf hene. Armanca me ya îsal ew e ku di serî de Qamişlo û Dêrik em dixwazin li her bajarê ku ofîsên me hene navnedên tipê yên alternatîf ava bikin. Her wiha em ê malzemeyên ji bo tip a alternatîf li van deveran peyda bikin. Em ê gihayê ku pêwîstiya me pê heye bi xwe biçînin. Navendên me yên perwerdeya muzîkê yên ji bo zarokan wê îsal xurtir bibin, par li hin ofîsên me navber jê re hatibû dayin. Îsal wê navendên me yên perwerdeya muzîkê ya zarokan li hemû bajarên ku ofîsên me lê ne bêne birêxistinkirin."