'Bi pêşengiya jinê di berxwedana serdemê de dîrok tê nivîsandin'

Konseya Tevgera Şoreşger a Jinên Yekbûyî (KBDH) got li Efrînê bi pêşengiya jinên şoreşger dîrok tê nivîsîn.

Konseya KBDH’ê berxwedana Efrînê slav kir û got, ‘’Çalakiya fedayî ya hevrê Avesta Xabûr nîşan daye ku berxwedaniya serdemê bi vî karakterî pêş ve diçe.’’

Di daxuyaniyê de  ‘berxwedana serdemê’  ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirkiyê yên li ser Efrînê hate slavkirin û hate gotin ew li ber şervanên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne û welatparêzên ku xaka xwe bernedane û li ber xwe didin bejna xwe ditewînin.

KBDH’ê di daxuyaniya xwe de got,’’berxwedaniya serdemê bi rengê çînî û netewî li dijî her cure mêtingeriyê wê bibe berxwedan û pêşengiya jinan wê li eniyên pêş ên berxwedanê dîrokê binivîsîne. Bi berdewamî hate gotin êrîşên dagirker û qirker ên li ser Efrînê ‘’êrîşên li ser hebûna Kurdan û li ser mafên Kurdan e  yên ku ji netewebûnê tên’’.

KBDH’ê diyar kir ku pergala mêtinger a kapîtalîst di ser komara Tirk re şer geş dike û armanc dike ku hemû navendên berxwedanê yên li Efrînê bifetisîne û hate gotin pir girîng e ku hemû hêzên şoreşger, jin li cografyaya Kurdistanê divê bi rengekî xurt xwedî li şoreş û berxwedana Efrînê derkevin.

Her wiha hate diyarkirin her çendî navbeyna çînên serdest de û hêzên sermiyanê ku bi hevkarî tevdigerin pevçûna nakokiyan hebe jî ji bo domandina pergalê vê ji xwe re weke hewcehiyekê dibînin û li dijî vê xweparastina gelan ji bo jiyaneke komunal a demokatîk û jiyaneke sosyalîst, ji bo hêzên şoreşger ên yekbûyî ji pêdiviyekê jî wêdetir mecbûriyetek e û wiha dom kir: ‘’Li hêlekê ku êrîşên li ser Efrînê vê rastiyê dîsa derdixîne holê, em jinên şoreşger careke dî biryardariya xwe nîşan didin ku li dor berxwedaniya serdemê bibin yek û pêşengiya berxwedanê bikin.’’

KBDH’ê got şoreşa Rojava ji destpêkê ve şoreşa jinê bûye, berxwedaniya Kobanê bi xeta fedayî ya ya jinan bi serfiraziyê hatiye tacîdarkirin ,’’Bêguman çalakiya fedayî ya hevrê Avesta Xabûr nîşan daye ku berxwedana Serdemê wê bi vî karakterî be. Rastiya jinê ku pergala mêtinger a global êrîşên xwe yên herî har tîne, wê hêrsa xwe û îdîaya azadiyê bi asta fedayî nîşan bidin.’’

Herî dawî hate gotin  ew KBDH wê bi berxwedana serdemê re li dijî faşîzmê di hemû mewziyên têkoşînê de cihê xwe bigirin û ew biryardar in hesabên li ser Efrînê berovajî bikin.

Herî dawî hate gotin di serî de jinên Tirkiyeyî, hemû jin divê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin, xwedî li pêngava berxwedana serdemê derkevin û qadên xwe yên azad biparêzin.