Bi keda destê xwe debara xwe dike

Fatma Mihemed ku bi keda xwe ya destan, debara xwe dike, hêdî hêdî dixwaze xwe bigihîne civakê û nas bike.

Rejîma Baasê ya ku nehiştiye jin bikevin nava civakê, dest daniye ser keda jinan û nebûye hêvî ji bo jinan. Fatmaya Efrînî ya 49 salî, jinek e ku serî li ber pergala rejîma Baasê rakiriye û bi keda xwe heta bi niha hatiye.

JI MALÊ BER BI TAXÊ VE

Fatma ku di 10 saliya xwe de hînî destkariyê bûye, li karê dêya xwe dewam dike. Bi destkariya ku ji dêya wê derbasî wê bûye, Fatma hewil dide ku ji heqê dijwariya aborî were der. Ew di sala 2006’an ku ji Helebê tê Qamişloyê, dezgeha xwe vedike û bi keda xwe debara xwe dike.

Fatma, dibêje ku ji zarokatiya xwe ve kêfa wê ji destkariyê re hatiye û wiha pê de çû: ”Kêfa min ji destkariyê re dihat. Gava min dît ku malbata min bi aborî di tengasiyê de ye, min xwest bi keda xwe pê re bibim alîkar. Bi 11 çarikan min dest bi kar kir. Niha hatime wê astê ku çi tiştê ji min bê xwestin, ya jî tiştekê dilê min bixwaze, çêdikim.”

PÊŞHIKUMÊ CIVAKÎ DIŞIKÎNE

Fatma ku gava pêşîn dezgeha xwe daniye, civakê bertek nîşan daye, wiha behsa wan rojan dike: ”Li Helebê, li cihê em lê djiyan, em hînî hev bûbûn. Êdî me hev û din nas dikir. Lê gava hatim Qamişloyê û min biryar da ku dezgeha xwe deynim, pir bertek nîşanê min hat dayîn. Bi taybetî mêran, digot ku ne rast e jin li bazarê bixebitin, fedî ye. Ya rast jinan jî bertek nîşan da. Li wêrekiya min şaş diman lê hêdî hêdî hînî dezgeha min bûn. Min ew pêşhikumê li ser jinan şikand, em bi hev re bûn mîna malbatekê.”

EW Û QAMIŞLO BI HEV RE DIBIN YEK

Ji ber ku çanda her cihekî cuda ye, hêdî bi hêdî bala Fatmayê diçe ser wê yekê ew û gel bi hevdu re bibin yek. Fatma ku dikeve hewila xelaskirina xwe ji dijwariya aborî, bi destkariyê, çanda gelê Qamişloyê roj bi roj nas dike û bi keda xwe ya destan xwe digihîne civakê.

‘MIN XWE GIHAND JÊDERKA JIYANÊ’

Fatma ku serê pêşîn ji bo ji tengasiya aborî derbikeve, destkariyê dike, roj bi roj fêm dike bê çi ye mirov û gel bi hev û din re bibe yek û wiha diaxivî: ”Destpêkê, armanca min ew bû ku ez debara malbata xwe bikim. Lê bi pişt re min fêm kir ku mijara madî tiştekê talî ye. Ji derdoreke biçûk, min gav ber bi civakîbûyîneke mezin ve avêt. Min xwe gihand jêderka jiyanê. Min xwe nas kir. Roj bi roj ku li ser pêyên xwe disekinîm û ji civakê re dibûm mînak, pê şanaz dibûm. Min, îspat kir ku mirov dikare bi serê xwe û bi keda xwe ya destan bijî ji xwe re. Bi xwe re min gelek jin jî teşwîq kirin. Serê pêşîn digot fedî ye, lê hêdî hêdî hîn bûn û min ew jî qanih kirin ku bixebitin. Ji malên xwe derketine û niha bi keda xwe ya destan hem debara xwe dikin û hem jî îradeya jinan îspat dikin. Bi ya min, mirov bi karên wiha dikare bike ku jin bikevin nava civakê û rê bidin ber civakê.”