'Berxwedana me rewa ye, têkoşîna me stratejîk e'

Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin bi manşeta 'Berxwedana me rewa ye, têkoşîna me stratejîk e' derket.

Di hejmara 153. de bûyerên civakî, çandî, aborî û polîtîk ên di nava salê de qewimîne tê ragihandin. Her wiha gelek analîz-şîrove, dosya û lêkolîn jî di nav de cih digire.

Di hejmara 153. de endama Konseya KJK'ê Besê Erzîncan, sala 2017'an ji aliyê jinan ve dinirxîne û destnîşan dike ku Tirkiye û rejîma AKP'ê navenda êrîşên bi rêk û pêk ên li dijî jinan ên li Rojhilata Navîn e. Erzîncan diyar dike ku di şexsê jinên Kurd de modeleke jinê ya ku azad bûye, ji xwe bawer dike û li her qada jiyanê bi rista xwe radibe afirî ye û dibêje, Tevgera Jinên Kurd bi îdîa û biryardariyeke mezin dest bi sala 2018'an dike.

Nivîskara femînîst Ayşe Duzkan jî, pêşamadekariyên 'Tirkiyeya nû' ya ku hewl tê dayin bi destê AKP'ê bê afirandin, şîrove dike û hişyariyê dide ku paşeroj li hemû jinan tê herimandin. Duzkan destnîşan dike ku jin li pêşberî vê rewşê bêçare nînin û işaretê bi yekîtiya jinan dike.

ROJNAMEVAN ÇÎÇEK TÊKÇÛNA XETA NOKERIYÊ DINIRXÎNE

Rojnamevan Meral Çîçek pozîsyona civakî, siyasî û dîrokî ya Başûrê Kurdistanê dinirxîne û radixe pêş çavan bê xeta nokeriyê ya ku xwe dispêre sedsala bihurî bi destê kîjan hêzan hatiye tewşîqkirin û xurtkirin. Çîçek radigihîne ku xeta nokeriyê bi yekîtiya neteweya demokratîk dikare ji holê bê rakirin. Meral Çîçek dibêje, ya ku li Başûrê Kurdistanê têk çûye siyaseta nêrza ye û balê dikişîne ser mîrateya berxwedana jinê ya dîrokî ya li herêmê.

Rojnamevan Ronî Eylem jî feraseta nêrza û zayendîperestî ya li nava medyayê şîrove dike û bi mînakan işaretê bi rola medyayê ya ji bo teşwîqkirina şîdeta li jinê û kuştina jinan, dike.

NÊRÎNA JINÊN ÇALAKGER ÊN LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN

Di hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin de bi rengekî berfireh cih ji nêrîna jinên ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketine qadan tê veqetandin. Aktîvîstên jin ên Kurd û enternasyonal wateya Ocalan a ji bo jinan dinirxînin û ji bo azadiya Ocalan banga geşkirina têkoşînê dikin.

Di rûpela çandê de jî Pelşîn Mûnzûr radigihîne ku li dijî Kurdan pêvajoyeke qirkirina çandî ya nû dest pê kiriye û balê dikişîne ser girîngiya berxwedana çandî.

Armanc Sarya jî ku çand û baweriya Yarsanî lêkolîn kiriye, cihê jinan di nava vê çanda civaka xweayî de dinirxîne.

Di hejmara 153. a Newaya Jin de cihekî berfireh ji mafên zarokan re tê veqetandin û rojnamevan Esra Çîftçî rewşa parastin, xwarin, aramî û perwerdeyê ya zarokên li Tirkiye û gelemperiya cîhanê berhev kiriye.

CÎHAN ŞÊX EHMED REWŞA LI ROJAVA DINIRXÎNE

Di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de yek ji fermandarên QSD'ê Cîhan Şêx Ehmed di hevpeyvînekê de rewşa li herêmê, Sûriyeyê û Rojava dinirxîne. Fermandar Ehmed encamên operasyona Reqayê jî bi berfirehî radixe pêş çavan û işaretê bi pêşengiya jinan a li her qadên jiyanê dike.

Endama Desteya Rêveberiya PJAK'ê Evîn Necdet jî destnîşan dike ku bi qanûnên nû yên rejîma Mola ya Îranê re jiyan li jinan herimiye û ji bo rizgariya ji vê rewşê işaretê bi rêxistinbûnê dike.

Hejmara 153. ku gotarên Zerya Gul, Rojda Yildirim, Vîldan Dîrîk, Zeynep Erdem û Bêrîtan Zagros jî hene, ji aliyê naverokê ve gelekî dewlemend e.