'Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye'

Gerîlayên YJA Starê di salvegera Şehîd Bêrîtan de kesayeta wê nirxandin û diyar kirin ku hevala Bêrîtan ji bo wan xetek e. Gerîlayan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê li ser xeta Bêrîtanê têkoşînê geş bikin.”

Gerîlaya YJA Star’ê Peyman Latîf di salvegera şehîd Bêrîtan de axivî û got: “Wekê tê zanîn îro salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan e. Dema mirov qala şehîd Bêrîtan dike ya yekemîn tê bîra mirov xeta wê ya berxwedan û berxwedêriyê ye. Ji ber ku şehît Bêrîtan bi berxwedêrbûna xwe navê xwe li dîrokê nivîsand û heta roja me ya îro hat. Em şopdarê rêya wê ne û em li ser wê rêyê dimeşin. Dema mirov qala hevala Bêrîtan dike dibîne ku li beranberê zilm û zorê stûyê xwe xwar nekiriye. Tevî ku hevalek nû ye, lê belê di zanebûna têkoşîna ku tê dayîn de bû. Pêvajoyekî ku tê de bû, ji bo Tevgera me pêvajoyekî girîng û zehmet bû. Tevî wê jî li beranberê wê zehmetiyê têdikoşe û li ber xwe dide. Carna dîmenên hevala Bêrîtan derdikevin, mirov jê bandor dibe. Rastî jî sekna wê, serbilindahiya wê û mêyzekirina wê ya derdorê xwe, bi her awayî bandorê li ser mirov dike. Bi sekna xwe ve di nav hevalan de cudabûyîna xwe dide hîskirin. Di xeta Serokatî de, dixwaze wî fêm bike, pêk bîne û li ser vî esasî têkoşînekê dide meşandin.

Berxwedaniya ku hevala Bêrîtan nîşan daye, îro hemû Kurd di ferqa wê de ye û bi hezaran li pey xwe anî. Weke tê zanîn di operasyanên Heftanînê de Heval Rustem mînakekî herî ber bi çav ê şopdarê hevala Bêrîtan bû û bi berxwedaniya xwe ve teslîmiyetê qebûl nake û xwe ji zinaran ve diavêje. Em ji berxwedaniya hevala Bêrîtan ku bi heval Rûstem re heya roja me ya îro hatî ve, em ê heta dawî bidomînin û em ê xwe bigîhînin serfiraziyê.”

STÛYÊ XWE XWAR NEKIR

Gerîllayeke din a YJA Star’ê Melsa Dêrik jî da zanîn ku berxwedana hevala Bêrîtan îro bi hezaran Bêrîtan li pey xwe anî û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo salvegera hevala Bêrîtan di serî de li hemberî hevala Bêrîtan û hemû şehîdên şoreşê bejna xwe ditewînin û em wê sozê didin ku em ê her dem di xeta wan de bimeşin û bijîn. Ya ku me li ser piyan dihêle û mezin dike şehîdên me ne. Ji ber ku di rastiya PKK’ê de şehîd mezin dike. Em wê yekê ancax bi têkoşîna xwe û tevlîbûneke xurt ve dikarin bidin jiyîn, ev erk û berpirsiyartiya me hemû milîtanan e.

Em YJA Star, hevala Bêrîtan ji bo me xetek e, em di xeta wê de xwe mezin dikin û artêşbûyîna me li ser vî esasî gihîştiye vê astê. Wek kadroyên YJA Star’ê em bûn artêş ku ev jî bi berxwedaniya hevala Bêrîtan pêk hat. Kesayeta hevala Bêrîtan xwedî roleke avaker bû, kesayetek li gorî partiyê bû. Ji bo me hevala Bêrîtan kesayetek wisa bû. Em jî şopdarê hevala Bêrîtan in, ji berku di şerê Başûr de yê ku rola xwe ya berxwedaniyê leyîst hevala Bêrîtan bû, yê ku li hemberê xeta tasfiyekariyê teslîmiyet qebûl nekir û serî netewand hevala Bêrîtan bû. Ji bona me kesayeta hevala Bêrîtan kesayêtek bû ku jiyan ava dikir. Kesayetek mîna manîfestoyê ye, ji bo me hevala Bêrîtan ev e. Di şerê Lelîkanê de pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gotin teslîm bibe, lê hevala Bêrîtan li beranberê van serî netewand. Ji ber ku jiyaneke azad hilbijart û teslîmiyet qebûl nekir, xwe ji zinaran avêt. Ev pêşmerge jî bi salane ji têkoşîna hevala Bêrîtan bandor bûyê. Ji ber ku jineke Kurd ya ewqas xwedî îrade, seknekî bi îdea li beranberê van nîşan da, wê hişt ku ev însan çekên xwe deynin û teslîm bibin. Ji bona me jî em wek YJA Star vê berxwedaniyê ji xwe ra esas digrin. Ji bona me ruh û xet e. Niha di vê pevajoyê de bi hezaran hevalên jin û xort hene ku ruhê hevala Bêrîtan temsîl dikin. Rastî jî xetekî bê hempa ye. Em jî vê sozê didin ku heya dawî xwedî li berxwedaniya hevala Bêrîtan derkevin û em ê şopdarê wê bin. Ji ber ku yê me li ser piyan digire û dihêle ku em têkoşîneke xurt bidin meşandin, şehîdê me ne, xeta Bêrîtan û Zîlanan e. Em ancax wisa dikarin layiqê wan bin.”