Berdevka TJK-E’ê Osman: Li dijî komlogeran em têkoşînê geş bikin

Berdevka TJK-E’ Osman got divê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her kes têbikoşe û got, ‘’Komploger hatine pûçkirin, têkoşîna azadiyê bi felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn pêk hatiye.’’

Ev du sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 19 sal in li Girava Imraliyê di bin tecrîdeke giran de ye ti agahî nayê wergirtin. Berdevka Tevgera Jina Kurd a Ewropaye (TJK-E) Dilşa  Osman li dijî vê helwest nîşan da û got, komploya ku hatî kirin di şexsê Ocalan de li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd û gelê Kurd hatiye kirin û wiha pê de çû, ‘’Di salvgera 19. a komployê de, hemû hêzên komploger bi hêrs şermezar dikim û bang dikim ku hesab were pirsîn.’’

Osman diyar kir ku hêzên komploger negihaştine armanca xwe û wiha bi nav de çû: ‘’Hêzên mêtinger ji bo ku Rojhilata Navîn li gorî berjewendiya xwe ava bikin  gelek konsept sazkar kirin. Komploya ku 9’ê Cotmeya 1998’an pêk hatî jî parçeyek ji vê planê bûye. Serkêşiya vê jî dewleta tİrk û hêzên paşverû yên herêmê ne. Bi desteka hêzên navnetewî Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê kirin hedef. Armanc ew bû ku têkoşîna azadiyê tasfîye bikin. Lê ev planên wan hatin pûçkirin.’’

 ‘RÊBER APO DI NAV BERXWEDANEKE MEZIN DE YE’

Osman diyar kir ku Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Imraliyê bi tena serê xwe tê girtin û wiha domand: ‘’Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev 19 sal in di bin tecrîdê ye. Ev kirina bi êşkenceyeke mezin bi rengekî pir hovane wiha bi rê ve diçe. Dewleta Tirk siyaseta ku li dijî Rêber Apo li derve jî li dijî gelê me pêk tîne. Lê Rêber Apo li dijî vê di nav berxwedaneke mezin de ye.Ev berxwedan ji bo yên me yên li derve dibe kana moralê. Bi azweriya ku vê berxwedanê û ramanê dayî me îro em li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê didin. Serkêşiya vê teqez e ku jina Kurd dike. Jinên Kurd ku bûne navenda dêhna dinayê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst ên mîna wê şer dikin û têkoşîna azadiyê didin. Ev felsefeya Rêber Apo ye. Li Rojhilata Navîn pêkhatina vê felsefeyê tê maneya pûçbûna komployê, pêknehatina armanca wan. Îro jî ya ku derketî holê ev e.’’

 ‘’DI QONAXA DUYEMÎN A KAMPANYAYA AZADIYÊ DE WÊ JIN BIMEŞIN’

Osman bi bîr xist ku kampanaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatî destpêkirin ji 7’ê Cotmehê ve dest pê kiriye û got, ‘’Ev kampanya heta 15’ê Sibatê wê bê navber bi çalakîiyan û bernameyan bidome. Pêşengiya vê kampanyayê jî wê TJK-E bike. Di nav çarçoweya kampanyayê de bi taybetî li Ewropayê li gelek welatên dinyayê bi çalakî, bername û mîtîngan wê komplo were protestokirin û azadiya Ocalan were xwestin. Mezintirîn çalakî jî 9’ê Cotmehê li Strasboûrgê were kirin û belav bibe.’’

 ‘EM HÊRSA XWE BI SER FAŞÎZMA AKP’Ê DE VALA BIKIN’

Dilşa Osman got, divê hemû Kurd û dostên wan bi şîara ‘’Sîstema Imraliyê parçe bike û bi Rêber Apo re bi azadî bijî’ tevlî çalakiyên protestoyan bibin û wiha domand: ‘’Rêber Apo ji bo me rengê jiyanê ye. Em ê li dijî faşîzmê û paşverûtiyê pergala Imraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re bijîn. Em niha têkoşîna vê didin. Çawa ku têkoşîna bi pêşengiya jinê hatiye danîn plana komplogeran hatibin pûçkirin, ji niha û pê de bi têkoşîna ku wê were dayin Rêber Apo fizîkî were azadkirin. Ji bo ku em hêrs û kîna xwe li dijî komplogeran vala bikin di serî de jin em bang dikin ku tevlî meş, xwepêşandan û protestoyan bibin. Faşîzma AKP’ê tenê bi rê rêbazê wê bifeşkile.’’