Bedîa Akkay: Ji bo jinan her der tecrîd e

Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedîa Akkaya got, "Ji bo jinan her der tecrîd e" û destnîşan kir ku wan heta niha analîza rejîmê dikir, lê êdî wê li ser çareseriyê û têkoşînê biaxivin.

Akkaya li ser polîtîkaya dema nû ya meclîsa wan ji ANF'ê re axivî. Akkaya got, "Rejîm dema ku hewl dide desthilatdariya xwe qewîn bike, argumaneke piralî ya îdeolojîk, polîtîk û stratejîk bi kar tîne. Ev arguman jî bi rengekî bêrehm êrişî rastiya jinê dike. Li dijî hebûn, hişmendiya jinê û pêkhateyên civakî hemûyan, êrişeke berfireh tê kirin."

Akkaya diyar kir ku êrişa li ser destketiyên jinan ên bi kedeke mezin afirandine êdî bûye karekî sereke û destnîşan kir ku konsepta di dewrê de ye, ew polîtîka ye ku dixwaze bi şerê psîkolojîk û îdeolojîk ê taybet jinan lawaz bikin, bikin ku dest ji jiyanê berdin û bi vî rengî teslîm bigirin.

'JIN TÊN MEHKÛMKIRIN'

Akkaya anî ziman ku metirsiyeke mezin li ser jinan heye, jin tên tecrîdkirin û got, "Mekanîzmayên ku jinan diparêzin yek bi yek bêbandor tên kirin. Jin di nava tecrîdê de ne. Ji bo jinan her der tecrîdkirî ye. Jinên ku ji ber şer tecrîdkirî ne, jinên ku ji karê xwe bûne, ne tenê ji vî mafî bêpar mahen, di heman demê de li malê hatine asêkirin, ji qada cemaweriyê hatine dûrxistin, yanî hatine tecrîdkirin. Yanî bi hezaran jinên ku bi hincetên cuda ji xaka xwe hatine dûrxistin û di nava penaberiyê de ne, li welatê me li kampan tî, birçî di nava xeteriyê de hatine tecrîdkirin. Li gorî daneyên fermî 5 milyon jin bêkar in. Ev yek di heman demê de sînorê xizanî û birçîbûnê ye. Bi hezaran jin bi polîtîkayên civakî yên li dijî jinê bi birçîbûnê tên terbiyekirin, piştre jî dikin ku qîma xwe bi ya kêm bînin û mehkûmî vê polîtîkayê tên hiştin."

'TÊKOŞÎNA JINAN A HEVPAR'

Akkaya diyar kir ku tundî, kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinan ti carî ewqasî zêde nebûye û destnîşan kir ku Meclîsa Jinan a HDP'ê wê di vê der barê de karên şênber bike.

Akkaya got, "Li gel şert û mercê şewbê û neyîniyan jî jin bi kêliyekê jî ranewestiyan û her têkoşiyan. Meclîsa me ya jinan dema bê wê bi taybetî têkoşîna jinan a hevpar ji xwe re bike esas û kar bike. Karê bingehîn ê demê wê rêxistinbûn, têgihiştin û çalakî be. Li gel vê yekê wê navber ji rêxistinbûna civakî re neyê dayin û li bajaran, navçe, tax û gundan civînên jinan bên lidarxistin. Li gelek bajaran wê meha Mijdarê meş û gelek çalakî bên kirin û 'Peymana Stenbolê' li her bajarî bê belavkirin."

'PERSPEKTÎFA ME ÇARESERÎ YE'

Akkaya herî dawî got, "Li dijî şer, tecrîd û polîtîkaya qeyûm, jin û Meclîsa Jinê ya HDP'ê wê têkoşîneke xurt bimeşînin. Tevkariya me ya bi hevserokatî û temsîliyeta wekhev li siyaseta Tirkiyeyê û cîhanê kiriye êdî tê qebûlkirin. Sedema êirşa li ser hevserokatiyê û sîstema me ya temsîliyeta wekhev, ji ber hêz û bandora siyaseta me ye. Polîtîkaya yek şexsî diheje. Ji ber vê yekê ji bo parastina hevserokatî û temsîilyeta wekhev, ji bo mezinkirin û xurtkirina wê em ê timî têbikoşin. Em ê êdî ne tenê li ser bûyerên diqewimin û mexdûriyetan biaxivin. Em ê li ser têkoşîneke xurt û bi bandor û çareseriyê biaxivin. Meclîsa Jinê wê pirsgirêkên heyî neyne ser ziman, wê êdî perspektîfa çareseriyê deyne ber xwe."