Başaran: Em hevrêyên Sakîne ne, ku tuf li rûyê kujeran dikir!

Jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Dersim, Enqere û Colemêrgê hatin bîranîn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Em hevrêyên Sakîne ne ku tuf li rûyê kujeran dikir! Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin"

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di sala 2013'an de li Parîsê bi sûîqestê hatin qetilkirin, li Dersimê hatin bîranîn.

Bîranîna ku wê li ser gora Sakîne Cansiz bihata kirin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Ji ber vê yekê jî HDP'î û şêniyên herêmê ji bo bîranînê derbasî avahiya partiyê ya HDP'ê bûn.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li Dersimê di merasîma bîranînê de axivî û di şexsê Leyla, Fîdan, Sakîne, Pakîze, Fatma û Sêvê de jinên şoreşger ên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr anî.

Başaran berxwedana Sakîne Cansiz a li zindana Amedê bi bîr xist û got, "Sakîne Cansiz tevahiya jiyana xwe di oxira têkoşîna azadiyê de derbas kir. Têkoşîna wê hîn jî li dîwarên zindana Amedê deng vedide. Helwesta wê ku tuf li rûyê Esat Oktay kir, îro ji aliyê jinan ve li dijî êrişan tê nîşandan."

Başaran got, "Jinên Kurd wê her tim tuf li rûyê kujeran bikin. Ew jî baş zanin ku jin wê dest ji têkoşînê bernedin."

Başaran bi dewamî got, "Her roj li qadan jinan dikin hedef, lê ev yek wê nikaribe bi me. Ji ber ku em hevrêyên Sakîne ne ku tuf li rûyê kujeran dikir. Em hevrêyên Fîdan Dogan in ku jiyana xwe di oxira têkoşînê de derbas kir. Em hevrêyên Leyla Şaylemez in ku li dîasporayê têkoşîna xwe dewam kir. Em hevrêyên Sêvêyan e ku jiyana xwe li girtîgehê derbas kir lê paş ve gav neavêt. Em hevrêyên Fatma Ûyar in, Asya Yuksel in, Pakîze Nayir in."

ENQERE 
 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê jî, ji bo sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin li terasa avahiya HDP'ê ya Enqreyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ew ê têkoşîna jinê ya ji Sêvê heta Sarayan li qadan be" hat hilgirtin. 
 
TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE
 
Hevseroka HDP'ê ya Sîncanê Fatma Kiliçaslan da zanîn ku 3 jinên siyasetmedar ên kurd ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin û wiha got: "3 sal şûnde ji aliyê heman hêzên tarî ve vê carê li Silopiya Şirnexê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Ne tirkiye ne jî Firansayê ji bo ev komkujî bê ronîkirin gav neavêtin. Ji ser dijminatiya kurdan dixwazin rantên siyasî bi dest bixin. Bi vê yekê tevgera azad a jinê hedef tê girtin. Li dijî komkujiyan em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin. "
 
BERPIRS TIRKIYE Û FRANSA YE
 

Kiliçaslan wiha domand:"Tirkiyeya ku dîroka xwe bi komkujiyan dinivîse bi taybet lidijî têkoşîna jinê êrişên hovane pêk tîne. Jinên siyasetmedar ên kurd li kolanan qetil dike, cenazeyên wan teşhîr dike, îşkenceyê li bedana wan dike. Ew ê aqilê mêr dewletê yê li dijî têkoşîna me disekine winda bike. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ew ê têk biçe û ew ê îradeya jinê bi ser bikeve. Em jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên  "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxedana jinan" bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
6 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê û  Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin li Colemêrgê hatin bîranîn. Hevserokên HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya bîranîna bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat lidarxistin bûn.
 
Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pêkir de sinevizyona jiyana 6 jinên siyasetmedar rave dikir hat temaşekirin. 
 
Çalakiya bîranînê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û  “Şehîd namirin” bi dawî bû.