Bangewaziya TJA’yê ya ji bo pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 4’ê Nîsanê li Amarayê û li her derê were pîroz kirin, bang kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 4’ê Nîsanê li Amarayê û li her derê were pîroz kirin, bang kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ê ku bi felsefeya azadiyê û bi hêza berxwedana mezin civakên bindest û jin gihandiye giyanê azadiyê, bi qasî gelê Kurd bûye vejîna azad a jin û hemû civakên bindest. 4’ê Nîsanê roja vejîn, di serî de li Rêzdar Ocalan li hemû gel û jinan pîroz be.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, “Polîtîkayên pênc hezar salan ên ku pergala mêr serdest e li ser hemû hemû civakan serdestî û mêtinkariyê dike û pişta xwe dispêre kolekirinê, îro bi vê vejînê hilweşiyaye” û ev tişt hatin gotin:
‘EM WEKÎ ROJA XWE YA ZAYÎNÊ DIBÎNIN’
“Têgihiştina ji azadiyê û têkoşîna wî li ba gelan û bi taybetî li ba jinan hêvî û heyecaneke mezin afirandiye. Rêzdar Ocalan ê wekî ku şopgerê heqîqetê yê gelê Kurd e, beton derizandiye û gelek ji xweliya wê afirandiye. Jin a ku bi hezaran salan navê wê tune bû, bi felsefe û têgihiştîneke azadiyê hate pênasekirin û vî tiştî li ba jinan rê li ber azadiyeke mezin vekiriye. Bi vê re li Kurdistanê şoreşên bi pêşengiya jinê hatine jiyîn. Li Rojava û Şengalê li her derê berxwedan û pergala azadiyê ji cîhanê re bûye hêvî. Em jin dîsa dixwazin bidin diyar kirin ku, em jidayikbûna Rêzdar Ocalan ê ku em bi felsefe û têkoşîna azadiyê da nas kirin wekî roja xwe ya zayînê dibînin.
Li hemberî pergala zilmê ya ku modernîteya kapîtalîst li ser civak û jinan, bi têkoşîn û berxwedana mezin ji hemû cîhanê re îspat kiriye ku pergaleke alternatîf dikare were ava kirin. Bi fikra ‘Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe’ kiriye ku têkoşîna li cîhanê û li Kurdistanê li gorî azadiya jinê bi pêş bikeve. Vê ferasetê tenê rê li ber şoreşa jinê venekiriye, di heman demê de rê li ber veguherîna mêran vekiriye û şoreşa civakî mîsoger kiriye. Di şertên esaret û tecrîdê de jî ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin a heqîqat, demokrasî û aştiyê ava kiriye. Di nav pergalê de ya ku tehemûlî jinê nake, li ser bingehekî azad rêhevaltiya bi jinan re nîşan daye.
‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’
Tekane mûxatabê çareseriya kêşeyan Kurdan rêzdar Ocalan, li ser jiyîna bi hev re ya gelan pergalek ava kiriye. Pêvajoya çareserî û muzakereyan a demokratîk daye dest pê kirin û têkoşîneke mezin ava kiriye. Bi mûtabakata Dolmabahçeyê modela demokratîkbûnê bi kedeke mezin ava kir. Xwest ku jin jî bi îradeya xwe beşdarî vê pêvajoya çareseriyê bibe. Lê hemû lêgerînên çareserî û aştiyê bi polîtîkayên pergal û hikumeta AKP’ê ya bi feraseta mêran tevdigere, ji holê hate rakirin. Li hemberî hemû êrîş û qirkirinan têkoşîna me ya azadiyê ji her rojê bêtir xurttir dibe. Bi azadiya Rêzdar Ocalan em dikarin zayîna xwe ya azad pêk bînin. Em ê giyanê vê banga ku digot, ‘Ji bo jinan, ji bo ez jiyana azad biafirînim ez hewl didim. Ez bangî we jinan dikim ku bibin pêşengên avakirina pergala me ya azadiyê’ bilin heyecana têkoşînê û heta ku azadiya wî pêk bê, em ê bi têkoşînê teqez bi ser bikevin.”
‘LI AMARA Û LI HER DERÊ EM PÎROZ BIKIN’
TJA’yê di dawiya daxuyaniyê de bang kir ku, bi şîara ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ em bi berxwedan û biryardariya 8’ê Adarê û Newrozê ji 4’ê Nîsanê re bibin pira azadiyê û got, “Em di serî de li bangî jinan û hemû têkoşerên demokrasî û aştiyê dikin ku, di 4’ê Nîsanê de biçin Amarayê, li her derê beşdarî meşa azadiyê bibin û roja zayîna azad pîroz bikin.”