Banga 3'yê Tebaxê li jinên Fransayê hate kirin

Tevger Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji bo salvegera fermana Êzîdiyan 3'yê Tebaxê ya bi destê DAÎŞ'ê pêk hatî, bang li jinan kir ku xwe berdin qadan.

TJK-F'yê got, ''Di ser hewldana qirkirina Şengalê re, ya bi destê DAÎŞ'ê, ku DAÎŞ hêza kuştinê ya pergala zila serwer e, 5 sal derbas bûn. Beriya her tiştî yên ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmert em bi bîr tînin.''

TJK-F'yê êrîşên 3'yê Tebaxa 2014'an ên bi ser Şengalê de bi bîr anî, bi hezaran jin û zarok û mêrên ku hatine revandin û kuştin bi bîr anî.

TJK-F'yê got bi hezaran jin û zarokên keç ên ku hatine revandin kirine statûya koleyên zayendî û got, ''Hê jî ji gelekan jê agahî nayê standin. Ji wê rojê ve malbatên bi kul ku li zarokên xwe yên ku li çar hêlan belav bûn,e digerin, hê jî hewl didin ku birînên xwe bikewînin.''

TJK-F'yê bi bîr xist ku li ber çavê hemû cîhanê û li ber bêdengiya dewltên serwer bi hezaran kes hatine qetilkirin û li bazaran hatine firotin. TJK-F'yê got, ''Hê jî di destê DAÎŞ'ê de bi hezaran jinên Êzîdî hene, divê ew demildest werin xilaskirin û dawî li bêdengiyê were.''

TJK-F'yê got ji bo jinên Şengalê ku ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine qetilkirin û revandin, 3'yê Tebaxê saet 11.00'an li hemû cîhanê wê deqeyekê rêzê bigirin û diyar kir, ''Em bang li hemû jinên li Fransayê dikin ku il herêma lê dimînin, tevlî çalakiyê bibin.''