Ataselîm: Ji rejîma yek zilamî û desteserkirina vîna me re na!

Fîdan Ataselîm, girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo jinan bi van gotinan nirxand: "Em ê rejîma yek zilamî û tayînkirina qeyûman li ser vîna xwe qebûl bikin, ango em ê ji vê rejîmê re bêjin rewaste û tercîha xwe bikin?”

Betalkirina Peymana Stenbolê bi biryara zilamekî nîvê şevê, zêdebûna kuştina jinan û îstîsmara zarokan, bêcezakirina sûcdaran...

Ev hemû fikarên ku eger AKP’ê careke din were ser desthilatdariyê wê çi li benda jinan be zêde dike.

Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclîsên Jinan Fîdan Ataselîm ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo azadî û wekheviya jinan gelekî girîng e.

Ataselîm destnîşan kir ku ev hilbijartin wê di navbera dijberî û ronîkirina jinê de bibe tercîhek.

'DI TIFAQA CÛMHÛR DE NAVÊ JINÊ NÎNE!'

Ataselîm destnîşan kir ku, di Tifaqa Cumhur de rol ji bo jinan nayê dayîn û got ku pankartên ku di propagandaya hilbijartinê de tên bikaranîn jî nîşaneya vê yekê ye.

Ataselîm mînaka vê yekê wisa rêz kir, “Di otobusa ku Partiya Refahê ji bo namzetan amade kiribû, di navbera du namzetên mêr ên parlamenteriyê de sîbera jinê hebû. Ew wêne weke dema Talîban Efganîstanê dagirkiriye li ser bîlbordan wêneyên jin hatibûn paqijkirine.”

'DIBE KU EM BI TABLOYEKE MÎNA YA ÎRANÊ RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN'

Ataselîm da xuyakirin ku guhertina pêşniyara AKP'ê ya li ser du xalên destûra bingehîn, delîleke din a girîng e ku eger di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji bo jinan paşerojeke çawa tê dîzaynkirin.

Ataselîm da zanîn ku, di vê pêşniyarê de bi berfirehî behsa wê yekê hatiye kirin ku jin dê çawa çarşefê li xwe bikin û got ku ew nekarîn vê guhertinê bikin, lê eger careke din bên ser desthilatê dê wêneyek mîna rejîma Îranê rû bi rû bimînin.

Ataselîm bi bîr xist ku "Li Îranê Mahsa Jîna Amînî (Jîna Emînî) ne ji ber ku çarşef li xwe nekiribû, ji ber li gorî rêgezên rejîma Mola nedabû serê xwe hate qetilkirin."

‘JI BO PÊŞEROJA ZAROKÊN ME, 14’ê GULANÊ GIRÎNG E’

Ataselîm wiha got: “Dibe ku em bi cîhanek ku zarok rû bi rûyê îsismarê bimînin re, bên beramberî hev. Lewma 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja zarokên me hilbijartinek girîng e.”

‘ÇAV BERDAN HEMÛ DESTKEFTIYÊN JINAN’

Ataselîm destnîşan kir ku di dema AKP’ê de komkujiyên jinan û mirinên jinan ên bi guman zêde bûne û wiha got: “Çav berdane hemû destkeftiyên jinan. Peymana Stenbolê hat feshkirin, kurtaj bi fîîlî hat qedexekirin. Cîhan tê guhertin û mafên modern ên jinan pêş ve diçin. Lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê, tê xwestin ku mafên modern ên jinan ji destê wan bê standin.

‘EM Ê REJÎMA YEK MÊR BIŞÎNIN’

Hûn dizanin ku li gelek bajarên Kurdan qeyûm danîn ser şaredarî û rêveberiyên xwecihî. Qeyûm danîn ser zanîngehan. Mêrek biryara her tiştî dide. Em ê di hilbijartinên serokkomariyê de desthilatdariya siyasî ya heyî û rejîma yek mêr bişînin, ev yek gelek girîng e û em ê pêk bînin. Ji bo hilbijartinên parlamenteriyê jî girîng e ku di parlamentoyê de namzetên azadîxwaz cih bigirin. Lewma dengê min ji bo Partiya Çepên Kesk e.”