Aryen Arê: Bi pêşengiya Zîlanan em ê li dijî dagirkerî û serweriya zilam têbikoşin

Ji fermandariya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arê Zeynep Kinaci û Zîlan Pepûle bi bîr anî û got, “Em ê bi pêşengiya Zîlanan xwe bi rêxistin bikin û li hemberî dagirkerî û serweriya zilam têbikoşin.”

Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arê ji televîzyona Aryen TV re axivî. Nirxandinên Fermandara HPJ’ê Aryen Arê wiha ye;

Meha Hezîranê û di meha Hezîranê de jî taybet 30’ê Hezîranê ji bo Tevgera Apoyî û ji bo tevahiya gelên Kurdistanê bi wateyên pir mezin ve dagirtiye. 30’ê Hezîran bi şoreşgeriya Zîlanan ve ji Dêrsim heta Merîwanê bûye navê fedayîtî û qehremaniyê. Di şexsê van şehîdên pîroz de Apogeriya heqîqî derket pêş û bi hemû kiryarên xwe ve nûnertiya fikir û felsefeya Rêber Apo kirin. Mirov dikare bêje ku him di demên xwe de him jî di dîroka azadiya jinê de bûn ronahî û hemû mirovahî ronî kirin. Ji bo vê jî em di salvegera şehadeta van hevalan de soza xwe ya têkoşîn û tolgirtinê dubare dikin û di şexsê wan hevalan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin.

ZÎLAN PEPÛLE LI HEMBER DAGIRKERIAY ÎRANÊ LI BER XWE DA

Li Rojhilatê Kurdistanê rastiya fedaîtî û berxwedanê di şexsê Zîlan Pepûle û şehîdên ku di şopa wê de meşiyan de digihîje wateyê. Şehîd Zîlan Pepûle tu carî pergala dagirkeriya Îranê qebûl nekir û li hemberî wî her tim şer kir. Ji bo ku ferasetê wan a dagirker û serdestiya zilam hilweşîne li Merîwanê û tevahiya Rojhilatê Kurdistanê di her milî de têkoşiya. Heta dawî bi vê serhildêriya xwe meşiya û li hember hemû sepandinên teslîmiyetê serî netewand, li ber xwe da. Ji ber vê sekna dîrokî di 30’ê Hezîrana 2006’an de li Merîwanê bi şiklekî hovane hate şehîdkirin. Berxwedana wê ya li hember teslîmiyetê û li hember dagirkeriya Îranê; bû pîvan û xeta şoreşgeriya Rojhilatê Kurdistanê.

Gelê me yê Merîwanê Hevala Zîlan wek rûmeta xwe dîtin.

Şehîd Zîlan bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe bû pêşengek a civaka Rojhilatê Kurdistanê. Dema ku me li Merîwanê şehadetek bi vî rengî jiyan kir, gelê me bi taybetî jî ciwanên vê herêmê Şehîd Zîlan wek rûmeta xwe dîtin û di asta herî jor de xwedî lê derketin. Di wê pêvajoyê de ciwan ref bi ref tevlî gerîla bûn û soza tolgirtina Zîlanan dan. Li hember dagirkeriya Îranê ciwanan wiha gotin: ‘Eger hûn li bajarekî Kurdistanê cesaret dikin ku hovîtiyeke bi vî rengî bikin; em ê jî bi îrade, hêz û fikra heval Zîlan têbikoşin û li ser şopa wê bimeşin’. Ji ber vê em dikarin bêjin ku berxwedana ku di vê demê de tê raberkirin û tevlîbûnên ku çêdibin jî li ser soza tolgirtina şehîdên şoreşê pêk tên.

ZÎLAN DEWAMA XETA JIN A AZAD E

Jinên şoreşger di şoreşa Kurdistanê de tim fedaîtî kirin û bi çalakiyên xwe xwestin xwedî li Rêber Apo û li fikir û felsefeya wî derbikevin. Ji destpêkê heta niha her cure êrîşên ku li hember Rêber Apo tên kirin, tevgera jin di asta herî jor de xwe berpirsyar dît û her tim hewl da ku êrîşan berteraf bike. Zîlan jî dewama vê dîrokê, dewama xeta jin a azad e. Dema ku xwestin komployê li hember Rêbertî bikin,  hemû jinên Kurd ev soze dan: ‘Eger li hember Rêberê me komplo were kirin, em jî di vê astê de xwe berpirsyar dibînin û çalakiyên fedaî bikin’. Li piranî bajarên Kurdistanê çalakiyên fedaî hatin kirin. Ev çalakiyên ku hatin kirin bandor li ser Rojhilatê Kurdistanê jî kir. Dema ku li Kurdistanê sekna jinê di asta îdeolojîk, felsefîk, rêxistinî û leşkerî de xurt bû, vê yekê rengdana xwe li ser Rojhilatê Kurdistanê jî çêkir. Ev pêşketinên ku çêdibûn ev yek misoger dikir ku jinên Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîste tevlî tevgera azadiye bibin. Ji ber ku heta tevlî tevgera azadiyê nebe, nebe xwedî biryar, îrade û rêxistin wê nikaribe azadiyê bidest bixe. Em wek Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê di vê qenaetê de ne; heta ku yekîtiya jinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çênekin û hêza xwe birêxistin nekin em ê nikaribin azadiyê misoger bikin û nikaribin li hember hegemonên ku li Rojhilata Navîn dagirkeriyê dikin, bi ferasete zilamê serdest şerê taybet dimeşînin bisekinin û şer bikin. Ji ber vê jî em ê bi pêşengiya Zîlanan xwe rêxistin bikin û li hember dagirkerî û serweriya zilam têkoşîn bikin.

ZÎLAN PEPÛLE, ZÎLAN GABAR, RÊVAN ZAGROS BÛN RONAHIYA TÊKOŞÎNA ME

Di şerê ku îro dimeşe de pêwîste li hemû çiyayên Kurdistanê bi ruhê Zîlan Pepûle, Zîlan Gabar û Rêvan Zagrosan ku rêya şoreşa me ronahî dikin şer bikin û têkoşînê bilind bikin. Bi hêz û baweriya ku me ji Rêber Apo girtiye, em ê pêşengiya vê şoreşê bikin. Wek jinên şoreşger erka me ya sereke jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger kirine. Heta ku em vêya pêk neynin ji xeta fedaîtîyê nayên xwarê û bi dînamîkek hîn aktîftir em ê xwe di vê ruhê de kûr bikin û em ê bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo şoreşgeriya demê bikin. Di şoreşgeriya Tevgera Azadiyê de şehîd û şehadet rûmet û nirxa herî bilind e ku ji bo her şoreşgerekê esas girtin û parastinê wan erka sereke ye. Di her kêliya ku em şehîdên xwe bi bîr tînin, erk û berpirsyariya heyî bilindtir dibe û ji ber ku em soza bilindkirina têkoşîna wan û tolhildanê şehadetê wan didin jî girêdana me bi şehîd û bi Rêber Apo re xurtir dibe. Li ser van esasan li hemû deverên Kurdistanê û bi taybet jî Rojhilatê Kurdistanê bi xeta jina azad pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi xeta jina azad şoreşgerî û bi xeta jina azad jiyanek azad mîsoger kirin armanca me ye. Ev ji bo her hevaleka me ya HPJ’ê esas e. Ji bo vêya jî hemû jinên me yê Rojhilatê Kurdistanê ku di şexsê Zîlan Pepûle, Zîlan Gabar û Rêvan Zagrosan de bûn xwedî pêşengên qehreman û dîrokî, pêwîste li hember dagirkeriyê û li hember feraseta zilamê serdest têkoşîn bikin, bi tu awayî sepandinên pergala zilamsalar a dagirker ji bo xwe qebûl nekin û bi rihê Zîlanan û Rêvanan bibin qehreman, bibin fedaiyên Rêber Apo.”