Amed: Em bi Rêberê xwe ji dayik bûn, em ê pê re azad bibin
Ji rêveberên KJK'ê Ayten Amed got, "Di dîroka gelê Kurd de, em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê xwe ne tenê weke rojbûna fîzîkî dibînin."
Ji rêveberên KJK'ê Ayten Amed got, "Di dîroka gelê Kurd de, em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê xwe ne tenê weke rojbûna fîzîkî dibînin."
Ji rêveberên KJK'ê Ayten Amed got, "Di dîroka gelê Kurd de, em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê xwe ne tenê weke rojbûna fîzîkî dibînin. Rojbûna Rêberê me, nîşaneya roja pûçkirina polîtîkayên înkar û tinekirinê yên du sed salan ên dewleta Tirk e."
Rêvebera KJK'ê Ayten Amed, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên bindest û berxwedêran pîroz kir û got, "Bêguman di dîroka her gelî de rojên girîng hene. Rojên girîng, ku gel dike xwedî vîn, li dijî siyaseta înkar, tinekirin û polîtîkayên şîdetê serî radike, hene. Di dîroka gelê Kurd de, em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê xwe ne tenê weke rojbûna fîzîkî dibînin. Rojbûna Rêberê me, nîşaneya roja pûçkirina polîtîkayên înkar û tinekirinê yên du sed salan ên dewleta Tirk e."
Amed destnîşan kir, ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojbûna fîzîkî wêdetir, bi lêgerînên xwe rê li be rojbûnên nû vekiriye û destnîşan kir, ku Ocalan lêgerîna li azadiya gelan kiriye navenda lêgerînên xwe.
Amed diyar kir, ji ber vê yekê hemû gelên Rojhilata Navîn xwedî li Ocalan derdikevin û wiha dewam kir: "Gelê me ji her alî ve xwedî lê derdikeve û ya pêwîst jî ev e. Xwedîderketina li rojbûna Rêberê me xwedîderketina li hemû nirxên mirovahiyê ye. Wekî din, rabûna li ber hemû pêkanînên netewe dewletê yên li dijî bindestan, tê wateya meşandina têkoşîna xwebûnê."
Amed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 4'ê Nîsanê ji bo jinên Kurd û got, "Rêberê me hê di emrê zarokatiyê de bi têkiya bi Elîf re li dijî pîvanên kevneşop ên civakê yên li dijî jinê derket û bi mîlyonan kesayetên mîna Ronahî, Bêrîvan, Zîlan, Sara afirandiye. Ji gelan bêhtir divê em jin xwedî li vê rojê derkevin. Hemû bindest û jinên ku ji aliyê sîstema serdest ve tine tên hesibandin, divê ji bo siberoj û mafên xwe xwedî li vê rojê derkevin. Em bi wî re ji dayik bûn, em ê pê re azad bibin."
Amed bang li gel, jin û ciwanan kir ku bi ruhê Newroza 2017'an berê we bidin Amarayê û 4'ê Nîsanê careke din pîroz kir.