Alp: Emê li hemû bajaran meclîsên xwe yên jin damezirînin

Hasret Alp têkildarî Meclîsa Jin a HDP’ê ya Amedê ku damezrandina xwe ragihand got; “Emê bi zanebûna ku têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya rizgariyê ya li hemberî hemû êrîşan e, li hemû bajaran meclîsên xwe yên jin damezirînin.”

Meclîsa Jin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê roja 15’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Em xwe ji bo azadiya xwe rêxistin dikin, bi ruhê Denîz’an ber bi azadiyê ve dimeşin” damezirandina xwe îlan kir. Me têkildarê armanc, plansazî û sedemê damezirandina Meclîsa Jin a HDP’ê ya bajarê Amedê bi Endama meclîsê Hasret Alp re axivî.

Alp ragihand ku ewê li hemû bajaran meclîsên xwe ava bikin û got ku şîdeta sîstematîk ya li hemberî jinan a her ku diçe zêde û kûr dibe bû sedem ku em pêwîstî bi avakirina meclîsê bibînin. Alp axaftina xwe wiha domand; “Di pêvajoyên dawî de jin li dijî qirkirina jinan, xesbkirina vîn û destketiyên jinan û êrîş û siyasetên taybet ên li ser partiya me, bera xwe dan HDP’ê û li dora wê kom bûn
Em jî wek meclîsa jinan a HDP’ê, bi zanebûna ku ji bilî têkoşîna rêxistinbûyî ti alternatîfek me li hemberî hemû êrîşên ku li ser partiya me, têkoşîn û destketiyên jinan pêş dikevin nîne û li gorî xwezaya rêziknameya partiyê me dest bi xebatên rêxistinkirina meclîsên jinan ya li hemû bajaran kir û roja 15’ê Tîrmehê me bi coş meclîsa jin a HDP’ê ya  Amedê îlan kir. Di pêvajoyên li pêşiya me de wê xebatên avakirina meclîsên jinan ên HDP’ê li hemû navçeyên Amedê bê rêvebirin û wê meclîsên me yên navçeyan werin îlankirin. Dîsa emê bi hemû rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl ên li Amedê re bibin hevpar û ber bidin xebatên xwe. Em armanc dikin ku li ser bingehê zanakirina jinan û rêxistinkirina wan xebatan birêve bibin.”

SEDEMÊN ÊRÎŞAN NE TEHEMULKIRINA LI HEMBERÎ JINÊ YE

Alp bal kişand ku tehemula desthilat ya dîtina jinan nîne û ji ber vê êrîşên wê zêde bûne û ragihand ku dozên girtina HDP’ê jî beşek ji van êrîşan e. Alp anî ziman ku desthilat ji aliyekê ve bi destgîrkirin û girtinan dixwaze jinan bêdeng bike û ji aliyê din ve jî bi îllegalîzekirina hemû xebatên siyasî yên HDP’ê doza girtinê yên beriya niha û piştre lê vedikirî, bi taybetî têkoşîna jinê kiriye armanca êrîşên nijadperestî. Alp wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Di encama vê de 17’ê Hezîranê hevala me ya xebatkara partiyê li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê hat qetilkirin. Em êrîşên nijadperestî yên digihin asta qetlîamê ya li ser partiya me û pêvajoya doza girtinê ji ziman û gotinên desthilat qut nagirin dest.”

LI HER ÇAR ALIYÊN WELAT BERXWEDAN HEYE

Alp îşare bi êrîşên desthilat yên xwe belavî ser hemû kesimên civakê bûye û encamên polîtîkayên desthilatê kir û got; “Di vê pêvajoya ku ji aliyekê ve êrîşên li hemberî partiya me û têkoşîna me ya jinan gihiştiye asta herî jor û ji aliyên din jî krîza aborî û pandemiya li welat kûr bûye de, desthilat ne ji bo gel, ji bo sermaya xwe rizgar bike ketiye nava hewldanan ku ev yek bûye sedema hejarî û bêkariya kûr û mêtîngeriya giranbûyî. Yên herî zêde ji vê rewşê bandor bûnî jî jin in.
Dema qedexeyên ji ber pandemiyê jî lê zêde dibe, jin hepsê malê kirine û bi hejarî û şîdetê re rû bi rû hatine hiştin. Dijminatiya jinê ya zilamê desthilatdar bi xesbkirina destketiya me ya Peymana Stenbolê re careke din pir eşkere xwe nîşan da. Jinên karker û kedkar li hemberî pêkanînê neheqî (Mêtingeriya kedê, ne wekheviya heqdestê û hwd) û têkoşîna bi hejariyê re di nava berxwedaniyê de ne. Li her çar aliyê welat li berxwe didin.”

EMÊ TI CARÎ DEST JI GOTINA JI BO JINAN EDALET BERNEDIN

Alp di beşek din a axaftina xwe de diyar kir, “Em li hemberî van hemû êrîşan, heya ku bê edaletî biqede emê ti carî dest ji gotina ji bo azadiya jin edalet bernedin.” Alp bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Emê têkoşîna xwe ya li hemberî yên hejariyê ji bo jinan rewa dibînin û hevgirtina bi jinan bidomînin û bi anîna ser ziman ya daxwazên jinan ve emê ji bo dabînkirina van daxwazan xebatên xwe birêve bibin  û li ser vî bingehî siyasetan pêş bixin. Emê bi zanebûna ku têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya rizgariyê ya li hemberî hemû êrîşan e, li hemû bajaran meclîsên xwe yên jin damezirînin. Emê bi têkoşîna hevpar hem partiya xwe hem jî destketiyên xwe biparêzin.

Em bang li jinên ku dibêjin ez li her qada jiyanê de heme dikin; doza girtina HDP’ê jî di nav de hemû êrîş li ser jinan, gelan û jiyana wekhev û azad ya HDP vê diparêze ye. Li hemberî hemû êrîşên rejîma zilamê serdest encax em bi têkoşîna rêxistinî û hevbeş bikarin bisekinin. Ji bo maf, destketî û îdîaya me ya jiyana nû werin em bi hevre têbikoşin.”