AKP li Xelatê ji bo 15 hezar Tirk ên Ahiskayî avahiyan lê dike

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li navçeya Xelat a Bedlîsê ji bo 15 hezar Tirk ên Ahiskayî hezar avahiyên din lê dike.

Dewleta Tirk ku ji zêdebûna nifûsa Kurdan ditirse, ji bo guhertina demografiyê TOKÎ xist dewrê. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li Bedlîs û navçeyên wê ev plana nû xist dewletê ku bi sedan sal in ev herêm di hedefa dewleta Tirk de ye. Sala dawî li navçeya Xelat a Bedlîsê ji aliyê TOKÎ ve 500 avahî hatin çêkirin, li van avahiyan bi hezaran koçberên Tirk ên biyanî hatin bicihkirin.

LI XELATÊ HEZAR AVAHIYÊN NÛ TÊNE LÊKIRIN

AKP-MHP'ê sala 2022'an li navçeya Xelatê 200 avahî lê kir û 2 hezar û 500 Tirk ên Ahiskayî bi cih kir. Di sala 2023'an de jî 300 avahiyan lê dike û wê 300 Ahiskayiyan bi cih bike. Bi vî rengî wê sala dawî nêzî 5 hezar û 500 kes li Xelatê bêne bicihkirin. Desthilatdariya AKP'ê ku qîma xwe bi vê neaniye, wê hezar avahiyên nû li Xelatê lê bike. Li hezar avahiyên ku wê di nava salê de lêkirina wan destpê bike, wê 15 hezar kes bêne bicihkirin.

Xelkê Bedlîsê li dijî polîtîkaya guhertina demografiyê berxwedana xwe dewam dike. Di salên 2016 û 2017'an de 3 hezar Tirk ên Ahiskayî yên ji Ûkraynayê hatin anîn bi taybetî li navçeya Xelat a Bedlîsê û navçeya Çimîn a Erzînganê hatin bicihkirin.

Desthilatdariya AKP'ê di navbera salên 2015 û 2023'an de zêdeyî 25 hezar koçberên Tirk ên biyanî li Xelatê bi cih kir. Lêçûnên avahiyan hemûyan ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve têne dayin.

Dewleta Tirk beriya niha li Elcewaz, Erdîş, Qelqelî yên Wanê û Dûtax a Agiriyê gelek koçberên biyanî bi cih kiribû.