Şehîd Mizgîn Botan bi merasîmek girseyî hate veşartin

Şêniyên Herêma Firatê cenazeyê şervana YPJ’ê Mizgîn Botan bi merasîmeke girseyî veşartin û şehîd Andok Serhed û Dîcle Rohat bibîr anîn.

Ji bo veşartina cenazeyê şervana YPJ’ê Şehîd Mizgîn Botan (Rojda Kaynar) yê dema li ser erka xwe bû di 29’ Çile de li Eyn îsa şehîd bûbû û şehîd Andok Serhed (Elî Nûr) û Dîcle Rohat ( Ayşe Mihemed) yên ku 27’ê Cotmeha 2022’yan li herêma Metîna şehîd bûbûn merasîmek girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Elî Hoşan axivî. Hoşan diyar kir ku, dîroka Kurdistanê bi xwîna şehîdan ji nûve zindî bûye û got, "Me bi şehîdan destpê kir û ji tunebûnê hebûn afirand. Ji bo wê em dibêjin em şehîdan naspêrin axê, em dispêrin dilê xwe û em dibêjin şehîdên me hebûn û rûmeta me ne. Em ê bi saya şehîdan biser bikevin û em ê dagirkeriyê tune bikin. Em ê bi doza Rêbertî û xeta şehîdan bighêjin azadiyê."

Endama Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Nazê Elî jî anî ziman ku gerîlayên Kurdistanê bi berxwedanek bêhempa li dijî dagirkeriyê derdikevin û got ku bi saya berxwedana gerîla dagirkerî têk çû. Nazê got, "Em ê bi saya berxwedana gerîlayên azadiyê bi ser bikevin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê şehîd Mizgîn Botan bi tilîlî û berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.