Îtiraza ku li girtîmayina Îpek hate kirin, nehat qebûlkirin

Melek Îpek a ku ji ber xweparastinê hate girtin, îtiraza li girtîmayina wê hate redkirin.

Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê, Melek Îpek a 31 salî li dijî Ramazan Îpek ê pê re zewicî, lê timî lê dida mafê xweparastinê bi kar anî û ew kuşt, roja 9'ê Çileyê ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.

Parêzerên Îpek roja 15'ê Çileyê daxwaznameyek dan 1'emîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Antalyayê û li ber girtina Îpek rabûn.

Dadgeriyê daxwazname nirxand û îtiraz red kir.