Êşkence li girtiyên jin kirin

Bahar Demîr ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê name şandî û diyar kir, ji ber ku wan rêbazên lêgerînê qebûl nekirine bi erdê ve ew kaş kirine.

Girtiya bi navê Bahar Demîr ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê name ji http://gorulmustur.org ê re şandî zextên li ser wan vegot. Demîr got nameyên ku ji wan re têne şandin bi rengekî kêfî nadin wan, koliyên ku nas û xizmên wan dişînin, tîmên TEM'ê ji PTT’ê radijin wan û wan kontrol dikin. Demîr diyar kir piştî kontrola polîsên TEM'ê kelûpelên wan didin wan.  Demîr got bazinê ku Adîl Okay ji keça xwe re şandî ji pakêtê hatiye derxistin.

ÊŞKENCEYA LÊGERÎNÊ

Demîr diyar kir ku hewl didin ku bi cezayê disîplînê wan teslîm bigirin û got, bi taybetî dema ku ew diçin dadgehê û vedigerin cezayên disîplînê didin wan. Demîr li ser êşkenceya lêgerînê ya ku  li wan ferz dikin wiha got: "Beriya ku em ji dadgehê vegerin li odeya lêgerînê li ser me digerin. Piştre em ji X-Rayê derbas dibin. Beriya lêgerîna X-Rayê û piştî ku em ji X-Rayê derbas dibûn dîsa li ser me nedigeriyan, ev 2-3 meh in ev jî lê zêde kirine. Bi temamî politikaya teslîmgirtinê li ser me ferz dikin. Em dibêjin lêgerîna cara sêyan kêfî ye, armanceke dî ya lêgerînê ya piştî bi 2-3 deqeyan heye û qebûl nakin. Bi ser de dema ku em diçin koxuşê jî li ser me digerin."

GIRTIYÊN JIN LI ERDÊ KAŞ KIRIN

Demîr bûyereke ku li gel 9 hevalên wê, 12’ê Nîsanê bi serê wan hatî wiha got: "Dema ku em ji danişîna dadgeriya înfazê vegeriyan, ji ber ku me lêgerîna bi X-Rayê qebûl nekir qerdiyanan êrîş bi ser me de anîn. Em 9 hevalên jin li erdê kaş kirin. Dema ku hin hevrêyên bi kaşkirinê anîn ber derî, qerdiyanan bi zanebûn hewl dan ku derî bigirin. Armanca wan ew bû ku ziyanê bidin hevrêyen me. Hevrêya me xwe ji wî derî ku bi lez hate girtin xilas kir. Heke bi reflekse xwe nekişanda wê ew deriyê hesin li serê wê biketa. Hevrêya me bi nexweşiya epîlepsiyê ye. Em hemû bûne şahidê vê rewşê. Dema ku em li dijî vê hewlê derketin êrîş anîn ser me. Berê jî li gel ku êrîş bi ser me de anîbûn jî cezayê disîplînê dan me. Midûrên girtîgehê gef li me xwar û got, 'ev ji  we re namîne'."

FERZKIRINA KINCÊN YEKRENG

Demîr diyar kir ku midûrê girtîgehê kincên yekreng li ser wan ferz dike û got, "Gefê li me dixwin, dibêjin, '’ji bo ewlehiya can û malê xwe kincên yekreng li xwe bikin, li ber xwe nedin'." Demîr got, "Em girtiyên polîtîk em ê alaya rêça berxwedanê rakin. Heke ji dilê xwe derbas dikin ku wê bi van kirinên kêfî û êrîşan me teslîm bigirin û em ê serê xwe ji van polîtîkayan re bitewînin, şaş difikirin."