Êrîşî jinên girtî yên ‘Newroz’ pîroz dikirin, hate kirin

Êrîşî jinên girtî yên li Girtîgeha Baybûrt a ku Newroz pîroz dikirin, hate kirin.

Jendermeyan êrîş birin ser jinên girtî yên li Girtîgeha Baybûrt a Newroz lê pîroz kirin. Malbatan anîn ziman ku jendermeyan êrîşî jinên ku bi rojname û cilên bikar neînin agirê Newrozê pêkirin û Newroz pîroz dikirin, kir û gelek jin derb kirine.

GIRTIYAN VEGOTIN

Girtiyên ku li malbatên xwe geriyan wiha gotin: “Duh bi awayekî sembolîk dema ketibûn bêhndanê Newroz pîroz kirin. Piştî pîzozbahiyê jendermeyan bi tupên agirkujiyê êrîşî wan kiriye. Girtiyên jin ên siyasî ji ber derbkirinê ji ser hişên xwe çûn. Hinek jî xwîn ji pozên wan hatin. Jendermeyan pir ji nêz ve gaza îsotê li wan barandiye. Êrîşekî ku şopê li ser laşên wan bihêle hate kirin.”

Girtiyan bibîr xistin ku di êrîşê de gelek girtî ji ser hişê xwe çûne û jiyana wan ketiye ber xeteriyê, anîn ziman gilî li Sozgeriya Înfaz a Girtîgeha Baybûrtê kirine.