Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 3 jin revandin
Çeteyên Ehrar el Şarqiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.
Çeteyên Ehrar el Şarqiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.
Li gorî nûçeya ANHA ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên xwecihî, çeteyên Ehrar El Şarqiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Turkmen a Girê Spî 3 jinên ciwan revandine.
Çavkaniyan navê kesên hatine revandin jî wiha rêz kirin: Şehama Faysal El Abdullah, Teyma Îbrahîm El Esved û Hevla Yasim El Mela