Çavreş Kobanê: Em ji berxwedanê re amade ne

Çavreş Kobanê yek ji wan kesên ku beşdarî berxwedana şervanên QSD-YPJ'ê ya piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bû got: “Hem weke fermandar û hem jî weke şervan em bi tevahî ji vê berxwedanê re amade ne."

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Çavreş Kobanê di kordînasyona giştî ya parastina Bendava Tişrînê de cih digire. Çavreş Kobanê ji destpêka berxwedana Tişrînê bi awayekî çalak di nava peçûnan de cih girtiye, behsa berxwedanê kir.

Piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Bendava Tişrînê kirin. Li derdora bendavê di navbera şervanên QSD-YPJ û çeteyan de şerê dijwar diqewimin. Bi sedan şervanên mîna Çavreş Kobanê li eniyên herî pêş ên berxwedanê şer dikin.

Çavreş Kobanê diyar kir ku hem fermandar û hem jî şervan ji bo berxwedana Tişrînê bi tevahî amade ne û got: “Jixwe dem bi dem em beşdarî operasyonên Holê dibûn. Em tu carî ji pêkhateya giştî veneqetiyan û bi awayekî disîplîn me jiyana xwe ya leşkerî domand. Di vê pêvajoyê de me yekîtiya xwe parast û nirxên xwe yên manewî bi xurtî ava kirin. Ev yek bingeha serketina me ye.”

Çavreş Kobanê anî ziman ku dema ew nû gihiştiye bendavê gelek cenazeyên çeteyan dîtine û derbeyên giran li çeteyan xistin. Çavreş Kobanê bi bîr xist ku di encama çalakiyan de çete gelek cenazeyên xwe li pey xwe hiştin û reviyan û wiha domand: “Em hîn jî li herêmên şer rastî cenazeyên çeteyan tên."

Çavreş Kobanê anî ziman ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi zanebûn û profesyonelî şer nakin û wiha dawî kir: “Bi awayekî komî tevdigerin û şer dikin. Dema ku destwerdana wan tê kirin, yekser paşde diçin. Di şer de wan bi ser malên xelkê de girtin, mal û milkên wan talan kirin. Eger dewleta Tirk bi balafirên keşfê û şer destek nede çeteyan, me dikarîbû çeteyan di demeke gelekî kin de ji tevahiya Sûriyeyê derxistiba.”