8'ê Adarê li herêma Firatê bi girseyî hate pîrozkirin

Bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jin ve” bi hezaran jinên li herêma Firatê bi cil û bergên Kurdî herikîn qadan.

Bi wesîleya 8’ê Adarê bi hezaran jinên herêma Firatê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya 166’an, berê xwe dan daristana Kobanê û heta riya Cerebûsê meşiyan. Jinan bi alên ku li ser hatibû nivîsîn “Jin, Jiyan, Azadî” û bi cil û bergên xwe tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeya “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Koordînasyona Kongra Star Emîna Bekir axivî û 8’ê Adarê li gerîlayên li serê çiyan ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kir û wiha got: “Ji dîrokê heta roja îro her xeta berxwedaniyê weke çemekê diherike. Bi Klara Zênkî destpê kir û bi Sakîne û Şîlan berdewam kir û ta roja me ya îro bi Arîn berdewam dike. Ji bajarê ku jinê bi têkoşîna xwe tarîtiya DAÎŞ’ê tune kir, jinê di roja 8’ê Adarê de li dijî desthilatdariyê û fikra paşverû serî hilda û ji nû ve dîrok nivîsand. Êdî jin bûye xwedî hêz ku li dijî fikra baviksalarî û li dijî koletiyê got êdî bese. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku ji bo jinê her têkoşîn kiriye ji ber ku dizanîbû jina azad, civaka azad e. Jin êdî dîrokê vedigerîne û nûneriya civaka xwezeyî dike. Em soza xwe bi şehîdan re nû dikin û em ê her tim li qadan bin.”

Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.