6 jinên şoreşger ên Kurd li Kurdistan û Tirkiye hatin bibîranîn

Li bajarên Kurdistan û Tirkiye jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Faîkîze Nayir ên 4’ê Çileya 2016’an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên bibîranîn.

ÊLIH

Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxitina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Meclîsa Jinan li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê bi çalakiyekê 6 jinên têkoşer ên Kurd bibîr anîn. Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA’yê û jinên rêveber ên navçe û bajar amade bûn.

Li vir Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay diyar kir ku bi komployeke mezin her 6 jinên têkoşer li cihên cuda û dîrokên cuda hatin şehîdkirin. Ablay anî ziman ku wê mîrasê têkoşîna her 6 jinan li her qadê bidin jiyîn. Hevseroka HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku têkoşîna jinê ewqasî mezin e ku nayê vegotin.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, li avahiya xwe jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, dayikên aştiyê, jinên rêvebrên HDP’ê yên bajar û navçeyan tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de sînevîzyonên ku jinên siyasetmedar ên hatibûn qetilkirin vedigotin hatin nîşandan.

Di bîranînê de parlamenter Kemalbay axivî û diyar kir ku dema gel ji bo azadî, demorasî û aştiyê tên gel hev pêvajoya darbeye tê amadekirin û ev pêvajo kesên ku li mafan digerin digire ber xwe û wiha got: “ Di sala 2013’an de bi Birêz Abdullah Ocalan re pêvajoyeke aştî û muzakereyê dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de bi ser MÎT’ê sûîqastek pêk hat û 3 jin hatin qetilkirin. Hedef pêvajoya aştiyê bû. Lê li gel vê yekê jî gelê kurd aştî û muzakereyan da berdewamkirin. Ji vê dîrokê ve em bi israr têdikoşin û em ê vê têkoşînê bidomînin.”

 Piştî Kemalbay, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî axivî û ev tişt gotin: “Heta îro ne pergal ne jî zilaman qet pêşiya jinê venekirine. Lê van her sê jinan destpêkê xwe azad kirin û piştre jî ji bo pêşiya têkoşîna jinên vebikin têkoşîneke mezin dan. Em di vê rêya ku wan vekiriye de berdewam bikin.”

AYDIN

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Aydin û TJA li Aydinê bîranînek lidar xistin. Çalakiya bîranînê ya li avahiya HDP’ê ya Aydinê hate kirin dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Têkoşîna Jinê’ hatin qîrkirin. Li ser navê Meclîsa HDP’ê ya Jinê Mehtap Bozkurt axivî û got: “Qetlîama Silopyayê dewama Parîsê ye. Jinên siyasetmedar ên Kurd li kolanan qetil dike. Cenazeyê wan tehşîr dikin, heta êşkenceyê li cenazeyên wan dikin.”

SÊRT

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan a Sêrtê 6 siyasetmedarên jin bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Çalakî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê hate kirin û Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşta, Aktivîstên TJA, rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Li vir Beştaş axivî û diyar kir ku jinên hatin qetilkirin, têkoşer bûn, hê jî berpirsên wan nehatine cezakirin; hikûmeta Parîsê dixwaze sûc li ser yekê tenê bihêle.

ESKÎŞEHÎR

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Eskîşehîr ji bo bîranîna 6 jinên têkoşer civînek ya çapemeniyê lidar xist û ew bibîr anî. Daxuyaniya çapemeniyê li avahiya HDP’ê ya Eskîşehîrê hate kirin, Hevseroka HDP’ê ya Eskîşehîr Şukriye Ercan, axivî û diyar kir ku qetlîama Silopiyayê dewama Qetlîama Parîsê ye.