BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li gelek bajarên Rûsyayê hate pîrozkirin

Rojbûna 76'an a Rêber Apo li paytexta Rûsya Moskowa û herêmên Saratov û Tambovê bi civîn û şahiyan hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li bajarên Moskow, Saratov û Tambovê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

SARATOV

Pîrozbahiya li bajarê Saratovê, li gundê Tîmonî yê navçeya Dêrgêçiyê hate lidarxistin. Li gel Kurdistaniyên ji gundê Tîmonî her wiha ji gundên li derdorê jî gelek kes tevlî bûn.

Endama Civata Jinên Kurd ya Dêrgêçiyê Tewrat Adullayêva di şahiyê de axivî, behsa wateya rojê kir û diyar kir ku azadiya jinan û azadiya Rêber Apo girêdayî hev in. 

Şahiyê piştre bi muzîk û gerandina govendê dewam kir.

Di dawiyê de jî koma govendê Koma Bêrîvan derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

TAMBOV

Kurdistaniyên li herêma Tambovê jî li Mala Kurdan a bajarê Mîçûrînskê li hev civiyan û  rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê pîroz kirin. Endama Rêveberiya Jinên Kurd ên Mîçûrinskê Gulîzera Hesen di şahiyê de axivî û got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Pêwîst e her kes tevlî banga Rêbertî bibe û ji berê zêdetir kar bike. Rojbûna Rêber Apo pîroz be!"

Endamê Otonomiya Federal a Kurdên Rûsyayê Simo Simoyan jî axivî û got: "Ev rojbûn bûye cejna neteweyî, cejna girîng û pîroz. Divê em yekîtiya xwe ava bikin da ku em bigihêjin roja azadiya Rêber Apo. Zarokên me divê di nava azadiyê de mezin bibin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ye. Bijî Serok Apo, bijî Kurdistan!"

Piştre jî govend hat gerandin û pîrozbahî, bi muzîk û gerandina govendên Kurdî bi dawî bû.

MOSKOW

Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Federasyona Rûsya Moskowê jî li Navenda Mala Kurdan a Moskowê kom bûn û rojbûna 76'an a Rêber Apo bi şahiyekê pîroz kirin.

Di şahiyê de Endama Rêxistina Jinên Kurd a Moskowê Fadîle Sabrî axivî, rojbûna Rêber Apo pîroz kir û ev yek anîn ziman: "Rêber Apo, rêberê azadiyê û jiyaneke bi rûmet e. Rojbûna wî, hêvî xist dilê me mîlyonan û em di wê baweriyê de ne ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê aştî û aramiyê bigihîne Rojhilata Navîn."

Piştre koma zarokan ya bi navê "Koma Kulîlkên Kurdistanê" derket pêşberî gel û helbestek diyarî Rêber Apo kirin.

Şahî bi stran û awazên hunermend Nûredîn Xaciyêv û Îbrahîm Efrîn heya derengiya şevê dewam kir.