BI DÎMEN

35 rojan li çolê meşiya

Suhad Rûheyîb a ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê reviya, ji ajansa me re qala bûyerên bi serê wê û malbata wê ve hatin, rêwîtiya ber bi qadên ewle û azad kir.

Suhad Rûheyîb yek ji hezaran koçberên ji Reqayê ye, ku ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê reviya. Rûheyîb tevî malbata xwe 4 rojan li nava çolê meşiya û îro xwe gihand herêmên bi ewle yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Suhab Rûheyîb qala vê rêwîtiya giran kir: "Em ji gelek deveran derbas bûn. Ji çol, newal û gelek herêman. Em newêrîbûn bisekinin, ji ber ku DAIŞ'ê gule li me direşand. Ji ber ve yekê bê rawestan em meşiyan. Piştî ku pêlavên me qetiyan, me êdî bi pîxwasî meşa xwe dewam kir."

Suhad Rûheyîb anî ziman, ku dema li Reqayê bûn, wan dibihîst ku QSD xwedî li mirovan derdikeve û got, "Me dibihîst ku hêzên QSD'ê bi rêz û hurmetî nêzî mirovan dibin. Lewma me xwe li vir girt û em hatin."

Rûheyîb bal kişand ser bazirganên şer ku gelê dixwaze ji DAIŞ'ê bireve dixapîne û anî ziman, ev bazirganên ku di berdêla pereyan de digotin ew ê wan ji herêmê derxînin, bi DAIŞ'ê re dixebitin.

Jina bi navê Suhad Rûheyîb di vê derbarê de got, "Hinek ji bazirganan em difirotin û hinekan jî em dikirîn. Ev bû 35 roj in halê me ev e. Di dawiya dawî de, me xwe gihand vê derê."

Suhad Rûheyîb bi hêsir û dilşewatî qala mala xwe û bajarokê Meskenê kir û got, "Dema mirov cih û warê xwe diterikînin, mirov şerpeze dibin. Me her tişt li şûna xwe hişt. Zeviyê me çandî, keda me ya bi salan, bîranînên me hemû li pişt me man."

Suhad Rûheyîb hêstirên xwe paqij kir, li dora xwe nihêrî got, "Dîsa jî hemdilah em bi selametî hatin vê derê."