Li Dersimê namzet hatin nasandin: Eger em bibin yek em ê bi ser bikevin

Pêkhateyên Tifaqa Dersimê namzet dan naskirin. Di merasîma nasandinê de peyamên têkoşîna hevpar û yekîtiyê hatin dayîn.

Tifaqa Dersimê ya ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Çeperê Ked û Azadiyê (EOC), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partîzanê pê tê, namzetên ku wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bên nîşandan dan nasandin.

Merasîm li Qada Seyîd Riza hate lidarxistin. Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû û gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl di merasîmê de cih girtin.

Ji Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Ozcan Ateş ev tişt got: “Me li dijî zilmê dest da destê hevdû.” Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SMF’ê Mahîr Gurz jî ev tişt diyar kir: “Ti binçavkirin û girtin nikare îradeya şoreşgerî teslîm bigire.”

Serokê Dersimê yê EMEP’ê Ergîn Tekîn jî qala girîngiya têkoşîna hevpar kir. Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Esma Ataş jî bi Kirmançkî axivî û got: “Yên li hemberî me bûne yek. Hetta ku em nebin yek, em ê winda bikin.”

JI Alîkariya Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî ev peyama da: “Em ji xwe, ji hevdû bawer bikin.”

Namzeta Hevşaredariya Dersimê Bîrsen Orhan diyar kir ku ew ê vî bajarî ji nû ve ava bikin. Namzet Cevdet Konak jî wiha got: “Em ê vî bajarî bi gel re bi rê ve bibin.”

Merasîm bi stranên hunermend Mazlûm Buyuktaş bi dawî bû.