Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk: Em biçin ser sindoqan û Erdogan bişînin

Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di xebatan de wiha hate gotin, “Em biçin ser sindoqan, hevalên xwe îqna bikin û vê desthilatê bişînin.”

Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokkomariyê xebatên xwe berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê, rêveberên HDP, DBP, aktîvîstên TJA’yê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê û Baroya Şirnexê kirin. Şande û nûnerên saziyên navborî li ser hilbijartina serokkomariyê axivîn. 

Şande piştre çû serdana gundên Cinibrê, Nehribê, Gozikê, Ernebatê, Xerapreşê û Cibiriyê yên bi ser navçeya Cizîrê ve û bi welatiyan re civiya. 

Salîha Aydenîz li gundê Cinibrê axivî û diyar kir ku hê hilbijartin neqediyaye û ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kir. Aydenîz wiha got: “Hilbijartin didome. Em li benda 28’ê Gulanê ne. Di 14’ê Gulanê de stratejiya me çibe, di 28’ê Gulanê de jî em ê heman helwestê nîşan bidin. Gelê Kurd di hilbijartinê de di rewşa mifteyê de ye û qedera hilbijartinê di destê wan de ye. Divê em ji bo azadiya xwe û Kurdistanê biçin ser sindoqan.” 

Şande paşê jî serdana gundên Gozikê kir û bi welatiyan re civiyan. Her wiha şande bi dorê çû serdana gundên din jî. 

MEREŞ

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîfyurek li gel rêveberên partiya xwe çûn serdana gundên bi ser navçeya Bazarcixa Mereşê ve. Şandeyê di serdana gundan de ji bo guhertina îktidarê û rejîma yek zilamî belavokan li xelkê belav kirin. 

Şande li gundên Dimamiş, Xorikan û Rivyon ên bi ser navçeyê ve serdanan kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê. 

Parlamenter Sînan Çîftyurek di serdanan de axivî û destnîşan kir ku niha tenê pûsûlayek û armancek tenê heye û got: “Êdî divê em Nemrûdan bişînin. Ji bo azadiya gelê me divê em wan bişînin.” 

Parlamenter Adalet Kaya jî bal kişand ser pêvajoya erdhejê û mexdûriyeta welatiyan û destnîşan kir ku ev îktidar li dijî her kesî dijminatiyê dike. 

Şandeyê piştî serdana gundan serdana malbata Hevserokê HDP’a Bazarcixê Erdal Îper ê di 8’ê adarê de krîza dil kiribû û jiyana xwe ji dest dabû kir. 

DÎLOK

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca Demîr û rêveberên partiya xwe serdana dikandaran kirin. Şandeyê di serdanê de bang li welatiyan kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin dengdayînê û xwedî li dengên xwe derkevin.