RJAK’ê jî piştgirî da Partiya Çepên Kesk
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk peyamek weşand.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk peyamek weşand.
RJAK’ê bi peyameke nivîskî diyar kir ew piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk.
Di peyamê de hat gotin, “Em RJAK radigihînin ku em piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Em di wê baweriyê de ne ku, çawa jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin jiyan, azadî’ hîmên rejîma Îranê hejandin, jinên Bakurê Kurdistanê jî wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dawî bikin. Ev rewş wê rastiyeke mezin a dîrokî biafirîne.
Çawa ku Leyla Qasim ji bo jinên Bakurê Kurdistanê bû kesayeteke dîrokî, jinên Bakurê Kurdistanê jî wê bi heman metodan li ser xeta Leyla Qasim bimeşin û wê pergala zalim hilweşînin.”