Li Şirnexê mîtînga Partiya Çepên Kesk: Em ê bersiva pêwîst bidin!
Bi hezaran kes beşdarî mîtînga Partiya Çepên Kesk a Şirnexê bûn. Namzetan bang kir ku li hemberî zext, gef û tecrîdê li ser sindoqan bersiva pêwîst bê dayîn.
Bi hezaran kes beşdarî mîtînga Partiya Çepên Kesk a Şirnexê bûn. Namzetan bang kir ku li hemberî zext, gef û tecrîdê li ser sindoqan bersiva pêwîst bê dayîn.
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navenda Şirnexê mitîng li dar xist. Li gel ku qada mitîngê 9 km’an dûrî navenda bajar jî bû, bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Beşeke mezin a girseyê bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitîngê bûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Hêj jî gel diherike qada mitîngê û li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” tên berzkirin. Di mitîngê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên parlamenteriyê yên bajar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi hezaran kesan li ber stranên Kurdî xelekên govenwê gerandin.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştî axaftinên namzetên parlamenteriyê, ceyran hatin birîn. Li ser vê yekê bi hezaran kesan xelekên govendê gerandin û wan bi xwe stran gotin. Ciwan û jinên ku xelekên govendê yên mezin gerandin, rê li ber dîmenên rengîn vekirin.
‘BOTAN WÊ MOHRA XWE LI BINÊ DARÊ BIXE’
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di mitîngê de axivî û wiha bal kişand ser berxwedana gelê Botanê: “Em raperina ‘Jin, jiyan, azadî’ne, em dengê azadiyê ne, em li dijî Dehaqan, Kawayên Hesinkar in. Botan hûn amade ne? Hûn dizanin ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê gelek polîtîkayên qirêj xistin meriyetê. Xwestin ku vîna gelê Botanê teslîm bigirin lê me li hemberî van polîtîkayên wan li ber xwe da û em li ber xwe didin. Ev partî partiya ciwanan e, partiya jinan e û em bi we serbilind in. Ji bo daxwaz û armancên we canê me feda ye. Di Newrozê de jî gelê Kurd vîna xwe û navnîşana xwe eşkere kirin. Em ji bilî azadiyê û mafê xwe tu tişteke din naxwazin. Gelo Botan li hemberî zilma wan amade ye? Botan rûmeta Kurdistanê ye, Botan wê mohra xwe li binê darê bixe. Me tu carî vîna xwe radestî dijmin nekir û em ê nekin. Dem dema serkeftinê ye, serkeftin a Botanê ye.”
‘EM Ê DI 14’Ê GULANÊ DE BERSIVA HERÎ XURT BIDIN’
Piştre jî ji namzetan Bedîrhan Osal derket ser dikê. Osal, îşaret bi girseyê kir û wiha got: “Bila dost û dijmin li vê qawê binêrin. Ew kesên ku digotin,' du kesan nikarin binîn ba hev' bila baş lê binêrin. Vaye qad, vaye mitîng. Ev coş û kelecan ji wan re bese. Ev bi salane li ser partiya me her cureyên êrişan pêk anîn. Tehemûla wan ji bo me nîne. Îro bi hezaran siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Lê em ê di 14'ê Gulanê de biçin sindoqan û bersiva herî xurt bidin wan. “
Di mitîngê de ji namzetan Mehmet ZekÎ Îrmez jî bi lêv kir ku wan tevî her cureyên zextan jî tu carî dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedane û wiha dirêjî da axaftinx we: “Ew çi bikin bila bikin, me bigirin, qir jî bikin em dev ji têkoşîn û azadiya xwe bernadin. Vaye qad, vaye berxwedan. Dek û dolabên wan hene, listîkên wan hene. Ev 40 sal in li ser warê me, gelê me qirkirinekî didin meşandin. Lê gelê me li dijî van têkoşîna xwe bilindtir kiriye. Em hatine merheleya serkeftinê û azadiyê. Rayedarên dewletê gefan li gelê me dixwin lê em ê vê qebûl nekin. Çawa ku me beriya niha li hemberî qirkirina we, talankirina we me serî netewandibe, wê dîsa jî serê xwe netewînin. Deng namûs e û nayê firotin. Walî, qeymeqam û leşker sûc dikin. Piştî 14'ê gulanê hûn ê hesaba vê bidin. Em bang li gelê xwe dikin; wer in em hêza xwe bikin yek, dengê xwe bikin yek vê sedsalê serkeftineke mezin bi dest bixin.”
Ji namzetan Newroz Uysal jî got ku bila Cûdî bibe şahid ku wê deriyê Îmraliyê û hemû girtîgehan vekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ev derî vedibin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em bikaribin di nava civaka xwe de azad bijin, firsendeke dîrokî di destê we de ye. Ew jî mohra di destê we de ye. Ciwanên ku nû dengê xwe bikar bînin divê ku yek dengê wan neşewite û vala neçe. Ji bo ku em her 4 namzetên xwe bişînin parlementoyê em ê 14'ê Gulanê biçin ser sindoqê û bi hevre serbikevin.”