Li Êlihê bi deh hezaran kes di mîtînga Çepên Kesk de hatin ba hev
Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Partiya Çepên Kesk bûn. Namzetê parlamenteriyê Keskîn Bayindir got: “Em ê dawî li Tifaqa Torosên Spî bînin.”
Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Partiya Çepên Kesk bûn. Namzetê parlamenteriyê Keskîn Bayindir got: “Em ê dawî li Tifaqa Torosên Spî bînin.”
Partiya Çepên Kesk li Êlihê mîtîng lidar xist. Mîtîng li Parka 8’ê Adarê ya li taxa Kulturê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê beşdarî mîtîngê bûn.
Ciwanan heta qada mîtîngê meş lidar xistin û bênavber dirûşme berz kirin. Pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne ser xwe. Gel bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" berz kirin. Jin bi cilên xwe yên netewî beşdar bûne.
Pankartên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li serê nivîsandî ne balê dikişînin ser xwe.
Li qada mîtîngê girse demek dirêj li ber stranan govend gerand. Dirûşmên dilsoziya bi Abdullah Ocalan re ji qadê olan didin.
Mîtîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Mîtîng bi hemû coş û kelecanê berdewam kir.
Ewilî namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê Keskîn Bayindir, Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran derketin ser dikê û gel silav kirin. Beriya Sancar û Bayindir, nûnerên partiyên Kurdistanî û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran gel silav kirin û axivîn.
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û peyamên girîng dan.
Axaftina Bayindir wiha ye.
Gelê me yê Êlihê hûn bi xêr hatin.
Ji îro ve Êlihê renge xwe diyar kiriye û 5-0 e. Em bi ser ketin û em ê îro jî bi ser bikevin. Em ê bi berxwedana ciwanan û jinan bi ser bikevin. Wê serkeftin a gelê Batmanê be. Roja serkeftinê û serfiraziyê nêzîk e. Em ê dawî li tifaqa Torosên Spî bînin. Em ê wan bikin partiya wan bikin partiya tabela û tabela wan bidin pişta wan.
Em heta 14’ê Gulanê yek deqîqeyek nesekinin. Wê ev hilbijartin serkeftinê ji me re bîne. Wê serkeftin bibe serkeftina ciwanan. Peyama me ev e; Wê dawiya wê muhteşem be. Bila baweriya we hebe.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi awayek qeyda deng peyamek bo mîtînga Êlihê şand. Demîrtaş di peyama xwe de silav li gel kir û banga mezinkirina Partiya Çepên Kesk û xwedî derketinê kir. Demîrtaş bang li gel kir ku dengek bidin Partiya Çepên Kesk û dengek jî bidin Kemal Kiliçdaroglû.
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk derketin ser dikê û gel silav kirin û xwestin her kes li dijî talan dîrokê, qedexeyên ziman û çanda kurdî dengê xwe bidin partiya wan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û gel silav kir.
Sancar wiha got: “Li hemberî me tifaqa AKP-MHP’ê û komikên xwe hene. Ev tifaqa tarî û talanê ye. Tifaqa kîndariyê, dijmin û nefretê ye. Li dijî wan tifaqa gelan û tifaqa gelê Kurd heye. Tifaqa herî mezin tifaqa gelê me ye û em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Kirin û nekirin nikaribûn me ji rêya me bikin.
Hûn nûnerên têkşoşîna bi rûmet in. Dema hûn çûn ser sindoqan du pûsûla hene. Yek ji bo parlamenteran yek jî ji bo serokkomariyê. Mohrek xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin û her pênc namzetan bijêrin. Her wiha li dijî namzetê tifaqa faşîst jî mohra xwe li binê navê Kemal Kiliçdaroglû bidin.
Em dibêjin dîsa em dîsa em. Serkeftin a gelê me ye.”
Piştî axaftinan hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl derket ser dikê û girseyê li ber stranên xwe coşand. Paşê mîtîng bi dawî bû.