Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Li Bexda û Hewlêrê rêjeya tevlîbûnê bi du qatî zêde bû

Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, dengdana li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Rêjeya tevlîbûnê jî li gorî sala 2018'an bi du qatî zêde bû.

Ji bo hilbijatrinên parlamenteriyê û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê, dengdana li Iraqê û Başûrê Kurdistanê di 7'ê Gulanê de bi dawî bû.

Li Bexdayê 2, li Basrayê 1 û li Hewlêrê jî 3 sindoqên dengdanê hatibûn danîn.

Di navbera 5 û 7'ê Gulanê de nêzî 5 hezar û 741 hilbijêrî dengê xwe dan.

Li paytext Bexdayê ji 1775 hilbijêrên qeydkirî 415 deng hatin bikaranîn. Li Hewlêrê ji 3 hezar û 834 hilbijêrên qeydkirî 1290 deng hatin bikaranîn.

Li Basrayê ji 132 hilbijêrên qeydkirî tenê 74 kesan dengên xwe bi kar anîn.

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 2018'an de rêjeya tevlîbûnê ji 10.05 bû, îsal bi rêjeya ji sedî 26.44 ê hilbijêran dengê xwe dan.

Dengdana li deriyên sînor ên Xabûr û Uzumlu jî dengdana di 27'ê Nîsanê de destpê kir wê heta 14'ê Gulanê saet 17:00 dewam bike.