Dengdana li Swîsreyê bi dawî bû

Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdana li Swîsreyê bi dawî bû. Ji sedî 56,74’ê hilbijêran çûn ser sindoqan.

Ji ber hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê ku di 14’ê Gulanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin, xebatên dengdanê yên li derveyî welat berdewam dikin. Xebata dengdanê ya ku di 29’ê Nîsanê de li Swîsreyê dest pê kiribû, duh saet 21:00’ê bi dawî bû. Li bajarên Zurîh, Bern û Cenevreyê yên Swîsreyê, ji 105 hezar 821 hilbijêrên qeydkirî 60 hezar û 049 hilbijêran di nava 9 rojan de li 20 sindoqan rojên hefteyê û 26 jî di dawiya hefteyê de dengên xwe dan. Ji bilî dengên gumrukê ji sedî 56,74’ê hilbijêran çûn ser sindoqan. Kesên ku li Swîsreyê qeydkirî ne û nikarin dengê xwe bidin dikarin li welatên cîran ên wekî Elmanya, Awisturya û Fransa heta 9’ê Gulanê an jî li gumrukê heta 14’ê Nîsanê deng bidin.

TEVLÎBÛN HILBIJARTINA 2018’AN DERBAS  KIR

Eleqeya çaverêkirî ya ji bo hilbijartina dîrokî xwe bi dengên Swîsreyê nîşan da. Li Swîsreyê di hilbijartinên 2018’an de tevahî deng, tevî dengên gumrikê ji sedî 49,4 bû, di hilbijartinên 2023’yan de jî bêyî dengên gumrikê ji sedî 56,74 bû. Zehmet e ku mirov texmîn bike ka çend ji hilbijêrên qeydkirî yên li Swîsreyê dengên xwe dane, ji ber ku ne tenê li welatê ku lê qeydkirî ne dikarin li welatên din jî deng bidin. Piraniya kesên ku li Ticono ya kantona Îtalyayê ya Swîsreyê deng dan, bi otobus û wesayîtên taybet çûn Mîlanoyê û dengê xwe dan. Dîsa hilbijêrên li bajarê Chur û hin bajarên girêdayî Kantona St. Gallen tercîh kir ku biçe Awisturyayê. Hilbijêrên li kantona Baselê jî tercîh kirin ku biçin navendên dengdanê yên li Mulhaus a Fransayê ji ber nêzîktir bû.

CENEVRE

Cihê ku sînorê Swîsre bi Fransayê re girêdide, piraniya hilbijêrên li Fransayê qeydkirî li Cenevreyê deng dan. Bi qasî ku li Cenevreyê ku 13 hezar û 448 hilbijêrên qeydkirî hene, hejmara hilbijêrên ku dengên xwe dane bû 13 hezar û 484, rêjeya beşdarbûnê jî ji sedî 100.26 bû. Ji ber ku pusulayên hilbijartinê yên ji aliyê YSK'ê ve hatin şandin têrê nekir, pusulayên nû hatin xwestin. Her wiha hate dîtin ku hilbijêrên li bajarên sînor ên Elmanyayê dijîn, li bajarê Zurîhê jî deng dane.

SANSÛRA LI SER ÇAPEMENIYA KURR

Xebatên dengdanê li Swîsreyê bi giştî bi awayekî asayî derbas bû. Ji bilî yek-du bûyerên takekesî ku nîşana gurêboz çêkir û li ber navendên dengdanê dirûşme qîriyan, tiştekî balkêş pêk nehat. Helwesta dijminane ya Sefaretxaneya Tirk a li Swîsreyê ya li hemberî çapemeniya Kurd dewam dike. Daîreya Şêwirmendiya Çapemeniyê ya bi serokatiya Bayram Altug ku beriya niha nûçegîhaniya Cenevrê ya Ajansa Anadolûyê dikir, bersiv neda daxwazên rojnamevanên ku dixwazin hilbijartinan bişopînin. Di qanûnê de diyar e ku dê endamên çapemeniyê bêyî destûr xebatên hilbijartinê bişopînin, wêneyê Rojnamevanê Kurd Erdogan Zamur radestî polîsên Kantona Zurîhê hat kirin û nehiştin derbasî avahiya ku navenda dengdanê lê ye.

DENGÊN HATINE DAYÎN WÊ DI ROJA SÊŞEMA BÊ DE BÊNE ŞANDIN

Dengên ku li Swîsreyê hatine dayîn wê roja sêşemê li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi balafira kargo ya taybet ji Tirkiyeyê re bên şandin. Rayedarên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku, ew li bendê ne ku partiya yekemîn li Swîsreyê Partiya Çepên Kesk derkeve holê.

STATÎSTÎKÊN GIŞTÎ

Li Swîsreyê giştî

Hejmara hilbijêrên qeydkirî: 105.821
Hejmara dengdêran li Swîsreyê: 60.048
Rêjeya beşdarbûnê: 56,74

Zurich

Hejmara dengdêran: 69.141
Hejmara dengên hatine dayîn: 34.514
Rêjeya beşdarbûnê: 49,91%

Cenevre

Hejmara dengdêran: 13.448
Hejmara dengên hatine dayîn: 13484
Rêjeya beşdarbûnê: 100,26%

Bern

Hejmara dengdêran: 23.232
Hejmara dengên hatin dayîn: 12.051
Rêjeya beşdarbûnê: 51,87%