Akin: Em ê nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin wiha got: “Em ê nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve, em ê ji bo hilweşandina yekzilamî dengê xwe bidin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin têkildarî hilbijartinên serokkomariyê yên 28’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Akin anî ziman ku AKP-MHP’ê hemû derfetên dewletê û burokrasiyê bi kar anî û ket hilbijartinên 14’ê Gulanê û got ku li daraz û hêzên dewletê her cure zext li hemberî Partiya Çepên Kesk pêk anî û bi taybetî li Kurdistanê ewlehiya hilbijartinê û sindoqan hat tunekirin.

‘HILBIJÊRÊN ÇEPÊN KESK NEHIŞTIN KU ERDOGAN WERE HILBIJARTIN’

Akin diyar kir ku di sedsala duyemîn de ji bo avakirina rejîmek demokratîk wezîfeyên mezin dikevin ser milê wan û got: “Weke Tifaqa Ked û Azadiyê me têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê ji bo şandina rejîma Erdogan biryarek stratejîk da. Me pêdiviya vê biryara xwe bi cih anî. Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk jî ev biryara stratejîk ecibandin û xwedî lê derketin. Îradeya hilbijêrên Partiya Çepên Kesk nehişt ku Erdogan di tûra yekem de were hilbijartin.”

‘DI 28’Ê GULANÊ DE EM DÎKTATOR HILWEŞÎNIN’

Akin destnîşan kir ku hilbijartinên tûra 2’emîn veguheriye referandûmê û wiha pêde çû: “Ji destpêka vê pêvajoya hilbijartinê û vir ve em şûna ku li ser navan nîqaş bikin, her tim me bal kişandiye ser hêmanan û niha jî em di heman noqteyê de ne. Yan em ê li gel demokrasî, aştî, xwişk û biratî, wekhevî û edaletê cihê xwe bigirin, yan jî em ê li dijberî van rawestin. Hilbijartinên 28’ê Gulanê ji bo hiqûq û edaletê girîng e. Di 28’ê Gulanê de em biçin ser sindoqan û ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst û dîktator, em nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve.”

Akin bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û ev tişt got: “Em ê biçin ser sindoqan û em ê encamê diyar bikin. Me caran din ser xist û em ê carek din jî bi ser bixin. Em di tûra yekem de li pêşiya Erdogan bûn asteng û di 14’ê Gulanê de me faşîzm sekinand. Em di 28’ê Gulanê de ji bo têkçûna faşîzmê, dengê xwe bidin. Em dizanin ku wê bi hilbijartinekê re her tişt neyê guhertin. Lê ji bo guhertina gelek tiştan, divê destpêkê hin tişt bên guhertin. Di 28’ê Gulanê de weke pêngava guhertina gelek tiştan, em ê ji bo hilweşandina yekzilamî dengê xwe bidin. Em dixwazin ku gelê me biçe ser sindoqan û ji bo hilweşandina yekzilamî dengê xwe bidin. Em ê destpêkê faşîzma desthilatdariya rawestînin û piştre bi rengekî hîn xurtir têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin.”