Çiftyurek: Em biçin ser sindoqan û dawî li rejîma Erdogan bînin

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyûrek bang li gelê Kurd kir ku sibe biçin ser sindoqan û dawî li rejîma Erdogan bînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn wê pêk bê.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sînan Çîftyûrek ji ANF'ê re axivî û bang li Kurdên ku di tûra yekemîn de ji ber sedemên cuda neçûn ser sindoqan kir ku biçin ser sindoqan.

Çîftyûrek piştgiriya xwe ya ji bo Kemal Kiliçdaroglu jî anî ziman û got, "Em ê karê xwe yê me di tûra yekem de nîvco hiştiye, di tûra duyemîn de biqedînin. Ji ber hin sedeman di tûra yekemîn de bi hezaran hilbijêrên me neçûn ser sindoqan. Lê belê me di tûra duyemîn de amadekariyên pêwîst kirin û vê carê tevlîbûna li hilbijartinê wê li herêma me bilindtir be. Desthilatdariya AKP’ê ya 21 sal wê sibe têk biçe. 28’ê Gulanê ji bo vê yekê dikare bibe firsendeke dîrokî.”

'EGER ERDOGAN BI SER BIKEVE WÊ KRÎZA ABORIYÊ Û ŞER KÛRTIR BIBE'

Çiftyûrek wiha axivî: "Dayik, kedkar, kesên bêkar û ciwan... Sibe tûra 2’yemîn a hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ê biryara dawî bidin. Erdogan an jî Kiliçdaroglu? Em ji ber gelek sedeman bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu. Ji bo ku siyaseta qeyûman bi dawî bibe, mexdûriyeta di bin navê biryarnameya rewşa awarte de bi dawî bibe, ji bo Peymana Stenbolê, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, em bang li gelê xwe dikin ku di 28'ê Gulanê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu. Pusûla yek e û armanc yek e. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Em hemû mirovan îqna bikin ku biçin ser sindoqan. Yên ku dibêjin em boykotê dikin, ev yek tenê bi kêrî desthilatdariya Erdogan tê. Eger Erdogan bi ser bikeve wê krîza aboriyê kûrtir bibe û siyaseta şer wê girantir bibe, ji kerema xwe biçin ser sindoqan û li gorî wê dengên xwe bidin."