YJK-E'yê ji bo çapemeniya azad bang kir

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) serdegirtina li Belçîkayê ya li hemberî medya Kurd hate kirin şermezar kir û banga mezinkirina piştevaniyê kir.

YJK-E'yê daxuyaniyek da û got, "Li paytexta Belçîka Brukselê bi rengekî korsanwarî serdegirtin li Stêrk û Medya Haberê hate kirin. Welatên Ewropayê ku qaşo demokrat in, bi van kiryarên xwe yên antî demokratîk nîşan didin ku bi ti awayî ders ji komploya navneteweyî wernegirtine."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dersa herî mezin a ku gelê Kurd ji van êrişan wergirtiye ew e ku bi yekîtiyê piştevaniyê xurt bikin û van komployan têk bibin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku piştgiriya ji bo çapemeniya azad û gelê Kurd mezin bikin.