Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li dijî serdana Erdogan a li Cenevreyê banga tevlîbûna li çalakiya şermezarkirinê kir.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Em serdana dijminê gelên Tirkiye û dinyayê Erdogan ê faşîst a li Cenevreyê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan lîderê paşverûtî û faşîzmê ye û hate gotin, "Em ji gelên Ewropayê re dibêjin, bi taybetî bang li hunermend, rewşenbîr û gelê Swîsreyê dikin ku şefê DAÎŞ'ê, Erdogan ê dîktator û faşîst ku zerarê dide nirxên demokratîk û dijminê gelane bila neyê welatê we, destûra vê yekê nedin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku di 17'ê Kanûnê de saet di 11:00 de li Place des Natîons a Geneve li dijî dîktator tevlî çalakiya şermezarkirinê bibin.