YE’yê bersiv da dosyaya TAJÊ’yê

Yekîtiya Ewropayê (YE) bersiv da dosyaya TAJÊ’yê ya ji bo darizandina PDK’ê û berpirsiyarên Fermanê û got: ‘’Dema ku Ofîsa Têkiliyên Parlamentoya Ewropa û Iraqê hate avakirin, em ê name û dosyaya we demildest ji serokê nû re bişînin.’’

BERSIVA JI NAMEYA TAJÊ’YÊ RE

TAJÊ’yê beriya 10’emîn salvegera Fermana 74’emîn a di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî civakî Êzîdî hatî dayîn, ji bo ku PDK û berbirsiyarên Fermanê werin darizandin ji welatên ku qirkirin nas kirine, Komîsyona Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî re dosyayek şand.

Yekîtiya Ewropayê jî bersiv da nameya TAJÊ’yê.

Bersiva YE’yê bi vî rengî ye:

‘’Em spasdarê we ne ku we dosyaya têkildarî bûyerên trajîk ên di 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzîdî qewimî, bi me re parve kir.

Yekîtiya Ewropayê tundiya DAÎŞ’ê bi awayekî tund şermezar kir.  Yekîtiya Ewropayê ku ev demek e dirêj e  hewl dide ku parastina mafên civaka Êzîdî bike û ji bo hisabpirsîna kiryarên DAÎŞ’ê yên hovane  ji hewlên navneteweyî re pêşengtiyê dike.

Dosyaya we ya we bi nameya xwe re şandî giha li ber destê me.  Agahî û nêrînên we yên di dosyayê de  gelekî girîng in. Dema ku Ofîsa Têkiliyên Parlamentoya Ewropa û Iraqê hate avakirin, em ê name û dosyaya we demildest ji serokê nû re bişînin.’’