'Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye'

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê di hefteya 365'an de ye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku heft sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê bi komên nû didome. Nobedarên hefteya derbasbûyî hunermendên TEV-ÇAND'ê bûn. Vê hefteyê jî komeke ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bû nobedarên vê hefteyê yên çalakiyê.

Çar Kurdistaniyên bi navê Mûstafa, Zulfu, Cûma û Selahattîn ji Yekşemê ve di çalakiya 'Nobeda Azadiyê' de ne.

Çalakgerê bi navê Cûma bi navê komê daxuyanî da û bi bîr xist ku nobeda 'Azadî ji Ocalan re' çalakiya herî demdirêj a heta niha ye.

Berdevkê komê diyar kir, gelê Kurd bêyî navberê bide heft sal in xwedî li Rêberê xwe derdikeve û got, "Divê êdî dinya bibîne; Gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêberê xwe bernede."

Berdevkê komê anî ziman, divê rola Ocalan a ji bo paşeroja Kurdan û gelê herêmê bê dîtin û got, "Di serî de gelê Kurd û demokrat, divê her kes xwedî li Rêbertî derkeve. Xwedîderketina li wî xwedîderketina li mirovahiyê ye."